Her qirêjî paqijiyek e.
Ji bin hişê Fîlajijinanhezdiket
0 Şirove
Keçika piçûk ya fobiya qûaforê li çêbûye çi caran ne ji destê dayîka xwo ne jî ji destê qûaforan nefilitî...
Carekê dayîka wê got em ê ji mal derkevin biçine parqê. Derketin meşiyan hinekî, lê kûçeya diçûn ne kûçeya parqa bi navê toxmî morxî( پارک تخم مرغ) bû. Sê îhtîmalêd xirab kete aqlê wê, ji ber ya rast negotibûnê. Yan dê çûban zêrengerê guhêd wê qul biken, yan dê çûban nexweşxaneyê, yan jî dê çûban pirça wê kurt biken. Her sê ihtimal jî ji yekdû xirabtir dihat. Destê xwo dirêjî guhê xwo kir guharêd wê di guhê wê da bû, çi nexweşiya wê jî çênebibû ev ji kengî ve ye. Lê gava destê wê li porên wê ketiyê agir ber bû dilê wê, zanî da dê biçine qûaforê. Ji ber hinekî dirêj bibû. Dayîka wê ji her tiştî fam dikir, lê ji komkirina pirçê hez nedikir yan jî nexwest pê mijûl bît. Lê ji bo pirça xwo berê gelek bîgudî mîgudî bi kar tînat. Ew ji çi ? Ketine hundirê qûaforê. Di hundir de dîsa jinikêd 'abartili makyaj' kirine hebûn. Keçik hem digiriya hem li her koma pirça wê ya dikete erdê seyr dikir. Giriya wê bi ava hinarê sekinandin lê pirça wê çûbû. Ew pora kurt heta çend salan dê yê biba nêsîbê wê. Qetçine(qetnebe) zanîba dê wesa bît, dê giriya xwo hinekî kêm kiriba. Ji bo çi wesa dikirin, ya rast nedigotin? Dawiya rê çi li hêviya wê ya baş xirab dixwest ji pêşiyê bizanît.
Ji ser xilasbûna tesîra 'pirinç unu maması' salek derbas bibû. Lewma hinde zeîf bibû. Wek dayîka wê dibêjît "bitenê 4 meha te şîr vexwariye." Ji ber hindê bi mamayê dewam kiriye. Tabî ew ê mamayê jî şîşkotiyeke zahirî dayê. Çawa balon tenê bi hewayê perçive, paşî ji hinek tesîran(germahî, fişar) biteqît; qelewbûna wê jî wesa daniye.
Helbet zeîfbûna wê ne tenê ji nevexwarina şîr dihat. Mezinbûna di nav çar dîwaran -dîwarên baxçeyê jî tevî- serê sedemên dî têt. Dest li nedayîna axê, ya heywanan, ya hevalên leyîzê. Heval hebûn ma, da dest li dan jî hebît. Hem ma ew heval çend kes bûn? Yek:Kajîn(kurxal), du: Welat(kurmet), sê:Yekbûn(keçmet). Êdî, xilas herhal. Piştî mektebê yek du kes lê zêde bibû.
Carînên pêşiyê ji dayîka xwo xwest da biçît bilîzît lê her bersîvên: "Neçe lalê wan ew paqij nîn in, wan wesa nexwe ew paqij nîn in, destê xwo lê nede ew paqij nîn in" vedigirt. Êdî keçikê bes kir mecbûrî hîre vê heyatê bibû. Hîre, bê ax û bê xîz lêyîztina dozerên zer yên herî zêde hejj dikir jî bibû. Legoyêd wê her ro yek û yek bezir(winda) dibû. Bebikêd wê çêbûn, roj bi roj yek ji wan kêm dibû.
Her tişt eynî bû, êdî li malê difetisî. Dayîka wê alternatîfek peyda kir, ew jî du sal pêşiya mektebê hîrebûna xwendina Tirkî bû. Wek her biçûkêd nû bi dest mektebê diken keyfxwoş bû.(sorry, ên ne keyfxwoş jî hene). Em dişên bibêjin biheyecan. Çawa be ew hîsse hem ji tirsê, hem ji keyfxwoşî hem jî ji gelek tiştên nediyar têt. Mekteb dest pê kir pola yekem, mamosteyê kitêbêd kiteyan belav dikir. Ew ê kitêbêd bavê wê bo wê sitendiyê, yên 'bıdık Ali'nin seti' dixwend. Mamosteyê jî dayîka wê tebrîk dikir carînan, "maşallah ne güzel yetiştirmişsiniz. Çok ileride, çok temiz, çok başarili(!)" Hem ev hal hem jî ew gotinene keçikê keyfxwoş nedikir. Bi hevalêd pola xwo her tişt hîn biba, li gel wan xwarin xwariba, ji xwarina wan dilê wê li hev neketiba... Bila cilêd wê jî carinan pîs maba, heta çend saetan. Ji hilgirtina du mendîlan gelek bêzar bibû, bareke hem sivik hem giran bû.
Sal wesa wesa derbas bû, ji mal dûr ket. Kete mala xwendekaran, çû cafeyêd kurmancan, ji ava şebekeyê vexwar carînan, ji tasika çend kes tê da dixwin xwarin xwar, ji darê fêkî jêkir û neşûştî xwar (bawerkem xwedê jî qasê dayîka wê keçikê hêrs nebûye Hewwa yê, ji bo yî xwarina sêva qedexe.) Por dirêj kir heta nehe êdî bi qerara xwo çûye kurt kiriye. Û çend cousinêd (zarokêd met, mam û xalan) wê hebin bi dizî ve dixite nav axê, qirêjiyê. Di navbera me da :)

Reviewed by Fîlajijinanhezdiket
on
Eylül 13, 2017
Rating: 5