Xwe mûyekê şaş nakem.
Ji bin hişê Fîlajijinanhezdiket
0 Şirove
Hinek
neynik hene ku av lê bikeve xerab dibin.
Qene neynikên min dîtine, yên ku li dîwarên hemaman de didaliqînin, wesa ne.
Dayîka
min bi pêşoka kirêcê jê dibe, bêhtir xerab dikirin ew neynik. Neynikeke ku bi
lekeyên rengê dilopêd avê diden tijî bûyî . Heger ji kîmyagerekê re bipirsin
"tesîra avê ya ku li neynikê çêdibe, kîmyêvî ye yan fizikî ye?" Dê
bêjît: fizikî ye, ji ber av neynikê
naguherîne; piştî av lê dikeve jî neynik heman neynik e. Ez jî dibêjim: dayîka min û pêşoka kirêcê jê
dibe nebûya û ev neynik tenê bi avê tesîr biba jî ne wek berê dibû. Ew roja wê neynik li dîwarê me daliqandin li ber çavê min e, bêrengiyeke wek avê li wê hebû. îro ji dilopêd avê bêrengiya wê têkçûye. Min hinekî
teswîra wan neynika kiribe, dikarim êdî bibêjim li hemberê neynikeke wesa rawestiya
me. Porê ku dayîka min ji bîst û du sal berê ve heta
nehe ber bi çepê ve şeh dike, li bin
tiliyên min dilopêd avê dipalîne. Ez çend dilopêd avê hîs dikem, hind porê xwo bi
tiliyên xwo yên bi ava germ nermok bûyî diguvaşînim. Cara yekem porên ber bi
zuhabûnê, ber bi rexê rastê ve şeh dikem. Bi rûniştina her tayekê, ez bo xwe
biyanî têm. Ji vê halê xwo ditirsim.
Zûzûka destê xwo davême porên ku du meh berê min ji kuaforê xwo yê çar salan
re, ji bo ku boyaxa şîn lê bide birî bes bi gotina kuaforê ya: divêt di bîst
rojan carekê tu boyax bikey hekena dê zer bibe(porê min wek dayîka min ne zer
e, hem çavên min jî wek yên wê ne şîn in) fotrafeke xwo wesîqe ku min di sê
saliya xwo de kişandî, wek alternatîf min dirêjî
kuaforê kiribû û tenê hevokek lê zêde kiribû: hosa jî çêdibît, her tayeke porê
xwo digihinime cihên wan yên berê. Dayîka min ne li cem min bû û min jî ji bîra
kiribû ku porên min wek zaroktiyê ne dûz e. Kuafor min tenê bi halê porê min yê nehe hişyar diket "Ez di serê de bibêjim, porê te qalind û
xingilok e. Li goreyê wê..." Ez tenê di dilê xwo de duayan dikem ku
xingilokên li jêra porên min neçin. Derdikevime ber neynika kuafor, dibînim ku xingilok
li cî ne. Li ber neynikê me. Di refika li bînê neynîkê de qotîkeke sabûna hişk. Ev sabûn
eydên zaroktiya min tîne li ber çavê min. Çenteyê bi Mickey Mouse yê ji sê saliya min heta nehe mayî , min bi van sabûn û goreyên ku ji bo eydaneya
me didan me, dadigirt. Bêhna sabûna tev li çenteyê min dibû, nehe jî bêhnê dide destê min yê min sabûn qahîm pê girtî. Li jinika
li ser ambalaja sabûnê dinêrim. Sûretê wê wek jinikeke xemgîn û pîr têt bo min. Bes
dizanim ku ev dîmen ne ji ber rastiyînê ye ji ber ava, neynik jî guherandî ye.
Hekena herkesek dizane ku jinikeke li ser ambalaja sabûnê cahêl û rûken û law e. Piştre Hamza têt bîra min, hevoka wî ya piştî her peyama, min ji wî re dişand "Xalan navêje
dûmayîka hevokan" Mafdar bû; xalên
di dûmayika hevokan de, nivîs cidî dikir û ez heçku xalan bavême dûmayîka
hevokan, wê rûyê xwo dibînim di neynik de.
Xwe mûyekê şaş nakem.
Reviewed by Fîlajijinanhezdiket
on
Mart 20, 2018
Rating: 5