Peyvên bi dahmana dayîka min hatine parzûnkirî


Mitî
: reh, rih "Min mitîya xwe dabû wî."

Hewik: gewrî, qirik "Ji ber êşa hewika xwe neşêm lawjeyan jî bibêjim"

Peyd, peyt : xwe dan hev "Xwe peyd bike da em derkevin."

Bijikîn : mehfbûn. "Bi lêdanê ew bijikandibûn."

Sexer birin : li yêkê hêrsbûn "Ma ew hêj zarok e, tu bo çi sexera wê dibe?"

Çilûz: zikçêl "Miroveke çilûz e, çavê wê têr nabît."

Biste : bêtirs "Biste were, ez te digirim."

Qata, qatî : sankî "Qatî bajar nemaye hûn hatine vêrê bi cih bûne."

Qevî, qeyve : pir, gelek "Ez qeyve naçim derva"

Şur : mehdtirş "Van rojan tu bo çi hind şur î?"

Tan : bi tenê bi cilikekê ve "Tu bi tana wê kirasê nacemidî?"

Zerikî : veremîbûn "Ez zerikî bûm heta min ew qanih kirî."

Xwedatî: Xwedê heye "Xwedatî ew ê ez qet xemgîn nedikirim."

Kerboyî: kesên hêrsok "Kerboyî ye mirov nawêrît tiştek bêjitê." 

Mehtel mayîn : bi nezanîna şaşmayî mayîn "Piştî ew bûyera mezin ez mehtel mabûm."

Bilanê : dîsa jî "Bilanê bibêje ez ê te têbigehim."

Naçîte serê : nabe "Bi wê karkerê naçîte serê."

Hizirîn : hesta bi tînîtiyê çêdibît "Ez bo şûşeyeke avê hizirîbûm."

Neherê: gotina ji bo hêvî ji kesekê/ji tiştekî birîn "Neherê, ma ew guhê xwe didete kesekê."
Gîr : kirêca binê tiştan a bi mayîna avê çêdibît. "Çaydankêd me hemû gîrê girtibûn."

Pîtbûn : beqembûna li ber rojê "Cilkêd me hemû pît bibûn."

Tamijîn : refleksa devê ya bi dilçûyîna tiştekê yan jî tevgera devê ya xwarina piştî tiştekê. "Devê xwe wesa ditamijand mirov digot ka çîye."

Şeqle : pîvana ji navran heta binê pî "Şeqlên wî dirêj bûn."

Guhişî : bi tesîra tiştekê yan jî nexweşîyê neaxivîn/dengnederxistin/bêhişbûn/gêjbûn "Wek guhişîya bûye, bersîvan jî nadet."

Alax kirin : hilbijartina gîyayên yawanî/derewîn ji nav gîyayan "Em ê di nav parêzê da alaxê biken."

Qude : pozbilind, qure "Keseke qude ye, ji xwe pê ve hej çi kesê naket."

7 yorum:

  1. "Neherê" li cem me "na-lo-herê" ye û heta niha jî min digot qey tenê malîyên me dibêjin ji ber ku ji bilî wan min ji kesî nebihîstibû. Hinekî ecêb mam loma :) Dest xweş, ferhengek heja ye

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Gelek gotin û peyv hene ko ez jî carcaran difikirim dibêjim tenê em wan dibêjin belê paşi bi şikl û şemaleke dî derdikevine pêşayîka min :) sax û silamet bî gîyan.

      Sil
  2. Li ba me, li xarpêtê peyvek heye
    "Pirçilûzkî".
    Ji bo berxîk, kuçik yan ajalên cûda ku gava ew jar û bêreng dibin te gotin. herwiha carna seba mirovên nexweş ketî û rengê wan çûyî jî dibêjin.

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Ez bêjim ew peyv û gelek peyvên dî ji wan rêyan hatîne, li çîyayêd me yên bilind ketîne û heta ji qûntaran ber bi me ve hatîne form guhertîne. Helbet berevajîya wê jî mumkûn e :)) Te nihe got ji bo ajalan "pirçilûzkî" têt gotin bêje peyveke anîmal e her wiha peyva çilûz û zikçêl di eynî wateyê da ne ez bêjim her du jî ji "çêl"ê dihên.

      Sil
    2. Btw. Peyva tirkiya cılız jî dibe ku heman peyv bibe. Nişanyan dibêje ku ew peyv bi eslê xwe ji zimanê ermenkî ye. Lê nizanim çiqas rast e.

      Sil
  3. Peyvên; tan, neherê û kerboyî li ba me jî hene lê biçek ji van cûda em bikartînin. Mînak; jibo "tan"ê em dibêjin tena an (bi tena atlêt derketiye derve). neherê jî "naherê" ye (naherêê ma qey biya mirov dike.) û kerboyî bi heman awayê em bikartînin. Min van peyvan ji zêde nebihîstibû, bixêra te ketin bîra min û min gelek tahm ji van û peyvên dîtir jî girt. Dest û keda te sax be Kulîlk 🌸

    YanıtlaSil
  4. Mem, gelek spas bo nirxandina te ya peyv bi peyv. Ez bawer dikem hêj gelek peyvên nayêne bîra me hene ku di kuncikan da mayîne. Belê, bi xwendin û bîhîstina wan ez jî keyfxweş dibim. Tu jî sax û silamet bî.

    YanıtlaSil

Blogger tarafından desteklenmektedir.