Ji dayîka xwo ra dipirsim: pêlav an pêlaw?!
Ji bin hişê Fîlajijinanhezdiket
2 Şirove
Dayîka min wextê zewicî hê modeya apartman-topukan ranebûye, di salên 85'an de fîlan. Ev çend sal e bawerkem dîsa bi navê platform topukan bibûn mode. Bi xwo ra gelek cihêzek baş înaye yanî ji Elbakê biriye Geverê, li gel çend pêlavên apartman-topuk. Sor, zer û rengê zîvê hebûne dibêjin. Yanî ji xelkê dibihîsim, hê jî behsa wan pêlavan tê kirin ji ber. Xwîşk û birayên bavê min, hemu ji bavê min piçûktirbûne wan wextan, nehe jî piçûk in :/ Dibêjin: hingî me li pêlavên "yênge" yên di bîfeyekê de rêz kirî yên rengorengo seyr dikir.
Wan apartman-topukan tînim ber çavêd xwo -ji ber mixabin di wêneyêd dayîka min de ew pêlav qet li ber çavên min neketine- sitûr, ronak û qasê 10 cm'an dirêj ! Nostalgiayek zor xwoş bes 10 cm çawa yanî?! Çend wext berê nehe bo dahwetekê min pêlavek stend ew jî piştî dahwetê min ji heyata xwo derxistin ew pêlav. Ji wê rojê û pê ve pêlavên bilind neketin nav heyeta min. Nehe rojek taybet çêdibît, yanî ez naxwazim bêjim taybet, milet wesa dibêjît. Dayîka min di telefonê de talîmat dabû: "Çi tiştê te kêm e, pêlav ? Ha temam, nebît tu bêyî min bistînî ez ê bêm bo te bistînim." Nehe pêlavên me li ber yêk in. Nimreya pêlavên min êdî bûye 38. Çend sal bû min xwo dixapand ku ez 37.5 ber dikem. Bêje xapandin bûye... Pêlavên dayîka min yê ne wek berê apartman topuk, yên bordo piştî emrekê hinekî piçûktir bûne qasê 37an. Bilindahiya wan jî kurt bûye heta bûye 4 cm. Ka ew pêlavên apartman-topuk...
Îşev dîsa beriya min ket nav ciyan hêj xew ra neçûbû min got ka maçek! Ew ê du maç dan min û vê carê ew ê jî got: Ka ez jî maçî bikem. Min got: Baş. Got: *Sîmetê te çi nerm e !
*Rû, serçav
Ji dayîka xwo ra dipirsim: pêlav an pêlaw?!
Reviewed by Fîlajijinanhezdiket
on
Mayıs 09, 2018
Rating: 5