Çend Peyvokên Behdînanî


Êmin bûn: Aram bûn
Nedîdok: Çinedîtî, dinyanedî
Sîmet: rû
Eyal: Zarok, biçûk
Bêdestlep: Ji bo kesên karên xwe nesaxlem dikin, têt gotin. Şeppêl.
Poxîn: Kavût. Bi tû yan jî genimê têt çêkirin. Di taştê de têt xwarin, li gel doşav an jî rîçalê.
Kerjêket: Kesekê nexweşiyek lê peyda bibe ku êdî çi tedbîra wê çinebe. Wek dijûn/xeber têt gotin
Talesêv: Sêvên biçûk ên çolê. Tal û tirş e.
Kulistik: hirmiyên çolê.
Hitbar: bawerî *Hitbara min bi te nayêt.
Axebanî: Cemedanî, şaşik (li herema Hekarî zilam didin serê xwo)
Barîkela: Sihet xweş !
Kûşkê: Pîçek, kêm
Zehirmar : Dijûn
Bêmede: Mirov ji aliyê mental xwe baş hîs neke yan jî tiştekî nexwaze.
Kûlis: Dîzik
Cixane: Şertik, cinaq.
Qundik: kundir, dolmik
Ji geh ve çûn: Xelandin, fistikîn
Destnexwoş: Gelektir ji bo zarokên geweze têt gotin.
Kulûcergî: Bêzarbûn
Areqe: Xweh
Beqembûn: cilekê li ber rojê reng avêtî
Zelîn: Kişkirin, şemitîn
Zirkête: Mêşa hingîv
Hilotin: vereşîn
Devniqû: Tişteke devdevkî hatî danandin
Taqapiştê: Bi temamî vekirî
Xa: Bi kar anîna vê peyvê wek "ki" ya di Tirkî de.
Şikin: behs, qal. *Şikna îro bûm
Qît, pelek: çîm, çîq
Kênçirûn: Xwarineke ku bi ar, hêk û rûn têt çêkirin, di taştê de têt xwarin.
Qesîl: Hesîl
Kirr: Kirêt
Mezre: Giyaya biberiye
Cûn, tixim: binemal
Danefîn: Danîn *Perçivîna serê wê danefî.
Hêbetek: Pîvanek e, têt maneya "têra xwe" *hêbetek arê bike nav.
Birrek: Pîvana gelekbûnê. birr: kom
Balewan: Kormişk
Îskan: şûşeyên çayê
gurr kirin: Valakirina bi tevahî
Fe'l: Xususiyet
Şilkeser: Jorê serê mirovan
Mehtel: Mecbûr mayîn
Ezmet: Zêde, gelek *Tu yê wan ezmeta kitêban çi li bikey ?
Helak: Kamçûbûn
Hûz: Veqetîna berxikan ji pezan
Bi zor: Ancax
Heşêr: Peritîn
Kêzgiriyok: Niznizok
Heyn: wext *Tu yê çi heynê bê?
Dasbir: Piştî dirûna genim an jî onceyê, mayîna giyayê req û tûj.
Biz / biza yekê kirin: teqlîd
Xasma: Di ferhengê de, di şûna maneya "nexasim" de hatiye bi kar anîn. Bes ne bi wê maneyê ye, hinekî nêzîkê maneya "hema"yê ye. *Xasma te wisa got, ma jibîrkirin hin sanahî ye ?
Dehfe kirin: Qewitandin. *Xwedê, tu êşên wî dehfe bike.
Lêl: Hêka baş nekeliyayî
Gîrr: Kirêca li binê çaydanka digire
Simsimîn: Ji bo kesên sûtalî dikin têt gotin. *Tu dîsa çi li van deran disimsimî ?

4 yorum:

  1. Min gele gele hez kir dest xweş

    YanıtlaSil
  2. Tomarikirina axaftinên herêmî karekî baş û pîroz e. Barîkela !(Destxweş). Berdewama van xebatan hêvî dikim.

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Hêvî dikem ji bilî xebatêd min ev cûre xebatene mişe(zêde)tir bin. Zûr spas ☘

      Sil

Blogger tarafından desteklenmektedir.