Tiştek çinîne kîî
Ji bin hişê Fîlajijinanhezdiket
2 Şirove
Cartooneka family guy
Digel haziriya min dayîka min a gelek zîrek jî destpê hinek tiştok miştokan diket. Tarîfên nêzîkê 25-30 sal e qet jê şaş nekirî çêdiket. Wek "mermer desenli kurabiye, elmali turta, mayali borek". Ez wek hemi caran dibêjim :
Çavşîna min, hewce nîne tu xwo biwestînî ji xwe min li vê derê têr xwar. Dayîk :
Dîsa jî...
Bav, bavê ku di salê sê û sed rojan li destê xwo tiştekê nadide jî dibêjît tu sibê diçî ez ê bo keça xwo xwarina firinê çêkem. Bi mecbûr ez li benda wan şirînokan dimînim. Lê Kulîlka jar, ji neha de êşa zikê girtiye. Dê çawa bixwet, vexwet ?
Dibe sibe... Çawa dibînim kîfê(çente) min bûye du kîf ! Herhal bipirsin : tu di jiyana xwo da herî gelek ji çi nefret dikî ? Ez ê bêjim : valîz. Ma mirov bi kîfekê piştê rêwitî biket, dê çi lê bît ?
Tepsiya sotî jê derxînin 3 tepsiyên dayîka min paket kirî vedigirim û xatirê xwo dixwazim. Bavê min bi mûzîkên nîzamettîn arincê min dibe balafirgehê. Ji X Rayê derbas dibim. Guhên min li benda lêdana alarmê dimîne lê berdala wê merikê karker gazî min diket : çantanızın icinde çatal mi var ?
Ez bi şaşî zû bi zû centeyê xwo vedikem û qaba dayîka min a "keka ter" xistiyî û çetal kiriyî di nav dibînim. Hem dikenim hem xemgîn dibim. Ew kek dayîka min ji bo ku ez li malê bixwim çêkiribû lê neşiyabûm bixwim. Ew ê jî çareyek wehe dîtibû. Dayîka min, bebika min, canîka min...
Neyse, ez diçim centeyê xwo xalî bikem. Xweda hafizz !
Tiştek çinîne kîî
Reviewed by Fîlajijinanhezdiket
on
Haziran 25, 2017
Rating: 5