#KurdîHilbijêre

 

Berhem: twana
girêl bûn: gilor bûn 
lêl: hêka kêm keliyayî 
zeî/zeîbûn: xisar/xisarbûn, tişta bi awayekî nelazim hatî bi kar anîn
bayîs/bawîs: kesê bi awayekî neyînî bûyî sedema nebûyîna tiştekî, musebbib
Hêbe !: raweste, bisekine !
Şek: pezê hêj nebûye beran
Hêbetek: êpê, gelek
Pê kirin: li xwe kirin
Şidanî: kuncî, susam 
Birik: siyaboyên pêşayîkê tên zer kirin û paşî di nav xwêsûravkê da dimînin.
Qayde: Ji bilî wateyên wê yên dî di maneya “lê hatin, lê bûnê da jî têt bi kar anîn.” *Ev cil qaydê min e.
Pinco/pincolok: bo kesekî biçûk wek xîtabeke şirîn têt bi kar anîn
Gelka / çika : heger, heke 
Tana kesekê: mayîna bi hêviya kesekê, hawara kesekê
Kul ve çûn: nalîna piştî giriyê
Xala yêkî: hizir kirin 
Biqebiq : Pilçepilç
Navpês: navpî (bo şelan)
Baze: bacanên zer bûyî
Avelork: ava pênîrê 
Zindî bûn: rabûna neynûkan ya bi jêkirina ji kûr ve. 
L’alê dilekê: piştî nekirina tiştekî ya ji ber hin sedeman têt gotin. *Lalê dilekê ez î îro çûbam seredana wî. 
Kirs: qirş, çopên biçûk. 
Malx: hevjînê mêr, malxwê
Keys anîn: maneya wê ya ‘hewcedarbûn’ jî heye.
Birrîkelî: gelekî keliyayî (bo xwarinan)
Cixane: cinaq, şertik


Hiç yorum yok:

Blogger tarafından desteklenmektedir.