Tava xêr ji xwe nedîtî û hin tiştên dî
Ji bin hişê Fîlajijinanhezdiket
2 Şirove
Tava bi heybet, bi hêz û
dîn(ok) wextê saeta şola wê hatî, bi xwe got ez îro jî rengê xwe biguherînim ma dê
çi bît? Ev emrê min digihite pênç mîlyarê û ez hindî temenê xwe jî vê dinyayê
hem germ dikem hem jî bi rengê zer ronahî dikem. Ez neşim germahiya xwe bi temamî bibirim, ne
tenê mirovên di vê dinyayê da dijîn dê xirabî bi tesîr bin, dê hemi xweza ser û
bin bît. Lê pê rengekê tiştek nabît. Gellek gellek pê rengê cida hinek kes
şaşmayî bimînin. Ew jî li gorî saeta insanan herî zêde dê rojek bikişît, ji xwe
roja dî ez ê rengê normal bidem wan.
Tava me ya huphupe bi hemî enerjiya xwe dest
pê guhertina rengê xwe kir. Ji zerê ber bi narenciyê, ji narencî ber bi
pembeyê, ji pembe ber bi binevşiyê… westiya û hindek bêhna xwe da. Pê quweta xwe ya
herî dûmayîkê binevş kire soreke tarî wek hinarên Zîvzîkê. Bi vî guhertinê,
roja hemi caran di nav ezmanê şîn da wek gulberojkê vedibû, nehe wek sor gulekî
vekirîbû. Tirêjên sor ewilî ketibû di nav axa qehweyî. Pêşî rengê axê ji
qehweyî guhertibû zereke vekirî, paşî bi germahiya xwe ax kel kir. Hem germahî
hem jî tîrêjên sor giheştin pelgêd daran û ew jî ji keskê guhartine qehweyiyê.
Hudhuda rengorengo ji avê ziviriyabû êca
biçîte hêlîna xwe ya li ser çiqlên darê hatî çêkirin, şaşomaşo mabû. Ji koka
darê heta çiqlên darê bibû pembeyî, pelgêd wê jî bibûn qehweyî. Xwest vî halê
bo yekê bibêjît. Bi lez firiya, digel firiyana wê rengên ecêp dît û zanî ku ne
tenê cihê wê, herder guheriye. Li rast marekî qehweyî hat. Marê got:
-Hevalê hudhud, ka were tana me. Li bajarê me binêre çi lê hatiye. Hudhudê halê derdora xwe jî got û paşî ew nas kir. Ew marê reşik bû. Bi vî guhertinê ewê jî nesîbê xwe hilgirtibû. Çawa av bîte narencî, esman bîte binevş, rengê marê reşik jî ji reşê guherîbû qehweyiyeke vekirî. Rengê xwe meraq kir, eger çi tişt ne wek berê bît, wê gavê divêt rengê wê jî biguherîba. Ji mara ji halê xwe bêzar pirsî:
-Hevalê hudhud, ka were tana me. Li bajarê me binêre çi lê hatiye. Hudhudê halê derdora xwe jî got û paşî ew nas kir. Ew marê reşik bû. Bi vî guhertinê ewê jî nesîbê xwe hilgirtibû. Çawa av bîte narencî, esman bîte binevş, rengê marê reşik jî ji reşê guherîbû qehweyiyeke vekirî. Rengê xwe meraq kir, eger çi tişt ne wek berê bît, wê gavê divêt rengê wê jî biguherîba. Ji mara ji halê xwe bêzar pirsî:
-Rengê her tiştekî
guheriye, min ji vê halê te, te nasnekir. Divêt ez jî guherî bim. Te çawa ez naskirim
? Mar lalopelo bû, çimkî rengê hudhudê cihê xwe de bû. Piştî hudhudê ew hal
zanî, hindek fikirî û sedema neguherîna xwe
famkir. Her tûkekî wê rengek bû hemen hemen di nav tûkên wê da her reng hebû,
guherî bît jî ew nedihate dîtin. Xwe hindekî bextvekirî hesiband, rengê wê bi
temamî bibaya reş, spî yan jî sor dê çibikira?! Hindek keyfa xwe lê anî dîsa
jî, di nav ava rengê narencî da kire şipe şip, li esmanê binevşî bi perên xwe
kire pire pir, digel cûcikên ji reşê wergerîne û bûne rengorengo dans kir.
Keyf xwoşiya wê, tava bûyî sor didît û
hesûdiyên xwe lê dikir. Çimkî yê ji bo keyfa xwe dînatî dikir ew bû, yê keyfa
xwe lê dikir hudhudok bû! Bi vî halê gellek bêhntengbû, xwest her tiştê wek
berê biket. Lê quweta wê nemabû, ya herî baş li benda şevê mabûn bû. Hêjta saet
danzdeh bû, bo şevê kêmzêde mabû şeş saet. Bêçare li cihê xwe rawesta, bi
hesûdî leyîza xwezayê seyr kir. Mêşan dest dabûn hev dileyîstin û hingivînên
xwe yên wek zîve belav dikirin. Kulîlkan pê bayê rengên xwe yê nû seyr dikirin
û ji wê serê diçûn serê dî.
Leyîstina hemi benîbeşeran berdewam dikir lê
tava me ji vê keyfê kêm mayî bû. Çimkî ewê maneya dînatiyê fam nekiribû.
Trêna Qersê li benda min
e. Xwedê biket, tava kumreş berfa çîqspî ya Serhedê neket rengeke din!
Tava xêr ji xwe nedîtî û hin tiştên dî
Reviewed by Fîlajijinanhezdiket
on
Şubat 03, 2017
Rating: 5