Bê bîranîn nemînin
06Tîrmeh - 2017
Kompûtera 12 salan... Vekirina maîla yekem -ya ku bo yî messenger bêt emel kirin- wêneyên ji webcamê hatî kişandin, çêkirina spartekên mektebê, temaşekirina fîlmên ku nezanim daxim û piştre di google da binivîsim û di wê derê da seyr bikem, wêne û vîdeoyên belkî 15 salan, di nav zikê wê komputerê da bû. Nehe ji wan yek bîranîn...