Kulûcergî



              Enver Ozkahraman // Hekkarî 



 Du sal ewil min cûre-xwendinek ceribandibû nivîskar bi nivîskar diçûm. Min rojekê got ez ê Hesenê Metê bixwînim. Hatim  kitêba sêyem, nizanim Tofan bû yan Epîlog bû, min dîsa l'binê hevokekê xêz dikir ku ev hevok min di her du kitêbên dî da jî dîtibû û xêz kiribû. Bi kurtasî û bi lez digot: "Kurd hej mêvanan diken." Yan jî bi şikleke dî digot, axir dixwest ku bibêjît "Kurt misafirperwer in." (Nehe her sê kitêb ne l'alê min in ez referansa yekoyek bidim dilê we rehet bikem, jixwe ne mecbûr im jî.)   Min xwendina Hesenê Metê xilas kir. Min di dilê xwo  yê şemamok da got:Ev esseh bi psîkolojiya nivîskareke Kurd ku li derveyî Kurdistanê dijî nivîsandiye û xerîbiya welatê xwo diket, normal e. Jixwe  wextê mirov zênde'te berhemên nivîskarên Kurd ên li derveyî welatê dijîn, tê de tijî xerîbî û pesndayîn heye. Pesndayîna memikêd jinan, rêyên xaromaro, çiyayên bêşikl, hetta kuçikêd welatê...

  Her ro di medyaya civakî de min didît ku yekê behsa Kurdbûna xwo dikir. Min digot her hal di gotinêd wan da îroniyek heye.   Heta doh yekî gotibû: Ez nan bi maqarna dixwom, êdî hesab bikin ez çend Kurd im. Êdî piştî danîna peyvêd bi Kurdan ve wek pîvaz, mast; min got ev mirovene psîkolojiyeke gelekî ecêb dijîn.
  Ez wek keseke ku li Kurdistanê mezinbûme dibêjim:
  1) Biya min misafirperwertî ne çandek e mecbûrtiyek e. Kurd hemû ne misafirperwer in. Hemû însanêd bi axê ve girêdayî misafirperwertir in. Ji ber, viyaneke kollektîvtir heye û ew jî têkiliya di navbera wan da xurttir dike. Ji bilî Kurdan miletên li cihê çolter dijîn jî dibe ku misafirperwer bin. Heger yên derdê wan li gel Tirkan heyî û xwe didin ber Tirkan, ez wê jî bibêjim: Tirkêd   li cihê çolter dijîn jî misafirperwer in.  Gelekî mirovêd êdî li metropolan dijîn hatinçûnekê nadanin di navbera xwo da, dîtinek hebe li derve yêkûdu dibînin.
  2) Êdî ji psîkolojiya "Kurd hemû gundî ne." yê jî derkevin babê min. Min wextê zanîngeh dixwend hevalên min ên Kurd behsa tiştekî gundîkî dikirin min nedizanî, ewan digot: Ma tu ne ji Hekkarî hatiyê, mirov dibêjît tu ji Parîsê hatiyî ! Heta min bi wan da zanîn ne dayîka min ne babê min gund dîtiye êdî ez kulûcergî bûm. ( Heta wextekê min digot: zarokek hebît ez ê li gundekî mezin bikim û min wek kêmasî didît ku gundeke dayîk û babê min çinîne.)

Ez dûmahîkê dixwazim bibêjim: Heger hûn hej miletê xwo biken ji dil hejê biken, ne şibê dijminekî. Û heger hûn bibêjin Tirk dijmin e, willahî mixabin û mixabin gotinêd hûn diken min ji Tirkan nebîhîstiye!
 Û û xwo bi van tiştên pûçûvala gêjomêjo neken. Evhe hemû psîkolojiya "xwe li hemberî dijminê piçûk dîtin û îspat kirina hebûna xwe ye." e. Bi min ev cûre îspatkirine, ne qenc in. Dest ji romantîzmêd ho berdin, reelê bibînin û bijîn !

5 yorum:

Blogger tarafından desteklenmektedir.