Ha min dêma te maçî kir, ha lêvên te!

Pablo Amargo/Jot Down
               
Nebîte derew bawerkem heft-heşt salî bûm. Sermaya Geverê gelekî mirov êsîrê malan kiribû. Nizanim ez çend rojan êsîr mabûm, lê esseh têt bîra min; pişt nîvroyek bû. Li ber min sêniyek hebû. Min hem xwarin dixwar hem li fîlmeke yeşîlçamê di televîzyonê de temaşe dikir.(Gelo fîlma yeşîlçamê bo zarokekê piçûk ne ecêp bû?)

Dayîka min a çav şîn, por zer(piştî pîrbûnê bibûn porên henakirî) û por xingilok jî wekî gellek caran pişta xwe dabû paldangê û destkariyek çêdikir. Bavê min ji wan re digot: "tentene". Çimkî çi caran ji ev tiştene hez nekiribû. Fîlma min berdewam dikir. Min li tiştek temaşe dikir lê nayê bîra min ka lîstikvan, cih, cil û bergên wan çawa bû. Belkî jî ew cûre temaşe kirin ji xweşiya zaroktiyê dihat. Seyrkirineke bê xem, bê kul... 

Bitenê ew sahneya jin û mêrikê hev maçî dikirin têt bîra min. Çawa ew sahne hat, min ji nişka ve qûmandana televîzyonê hilgirt û qenal guhart. Çimkî gava xalên bavê min yên ji Îranê dihatin mala me û pêkve televîzyon temaşe dikirin, bavê min jî sahneyên wehe derbas dikir. Digel guhartina min, dayîka min ew hevoka xwe ya piştî ez mezin bûm jî ji bîra min neçûyî û li jiyana min bitesîrkirî got: 
"Ji bo çi te fîlm guhart? Ha min lama (dêm) te maçî kir, ha lêvên te!"

Wê gavê ez nizanim piştî ew gotina dayîka min ez çend fikirîm lê piştî ez mezin bûm û dema min bi çavên xwe gellek tişt dît ew gotin qet ji bîra'm neçû. Nehe jî difikirim, Xweda kiriye ku ez li wê hevokê rast hatime çi zû bît, çi dêreng bît. Axir me ya xoş zanî, dît û kir!
  
Piştî ku min kitêba Mahmud Baksi ya bi navê Gundikê Dono xwend, rûpelekî ku vê bûyerê xist bîra min rast hatim.
 "Aso ket milê Perîxanê. Perîxanê deriyê odê hêdî hêdî vekir, her du ketin holê. Bi ketinê re qîjînî ji keçikan çû. Hinek ji wan zikopişto tera bûn, hinek jî ji wan lal man. Xasma cilên Asoyê, makyaja wê, qondera wê ya reş û panîbilind, goreya naylon, û zerik... Dilê keçan tije keser kir. Tevan xweziya xwe bi Asoyê anî....

  Perîxanê berê xwe da keçikan û got:

  -Keçikno! Em ê vêga fîlm çêkin. Tê bîra we, min ji we re behsa sînemayê kiribû. Ez û Aso artîstên vê fîlmê ne. Hûn jî temaşekar in.

  Perîxanê Aso qepaçe kir. Destê xwe danî ser memikên Asoyê û guvaşt. Asoyê rûyê Perîxanê maçî kir.

  Reng li keçikan nema. Ji şerman re serê xwe xistin ber xwe. Perîxanê bi çû rûyê ev tişt bi Asoyê re dikir? Ma li cem bajariyan fedîkirin tunebû? 

  Perîxanê di bin çevan re dipalandin. Milê xwe avêt stûyê Aso û berê xwe da keçikan û got:

  -Ez dizanim hûn çi difikirin, lê ya rastî fîlm wiha tên çêkirin.Li bajaran keç û xort dikevin milên hev û carinan jî hev maçî dikin. Divê mirov beriya zewacê hev baş nas bike. Zewac tiştekî muhîm e.
  Keçikekî pirsî
  - Hema wisan vekirî Perîxan?
  Perîxanê got:
  - Belê, vekirî, li ber çavan, çima na?
 Yeke din pirsî:
  - Wisan aşkera hev maçî dikin, ne?
   Perîxanê bersiv da:
  - Hem ji çavan. Ma dê û bavên we hev maçî nakin?
(...)
(Gundikê Dono, Mahmut Baksi, Weşanên Lîs, 2010)

9 yorum:

  1. Nivîsina te pir baş e.
    Mirov kêfxweş dibe bi xwendina wê.
    Înşalla blogek demdirej be.

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Gellek spas dikem, înşella:) Nivîsên we jî ez ê bişopînim..

      Sil
  2. Bloga te ser xêrê be. Min her sê nivîsên te jî xwendin, hew dibin. Bi hêviya berdewamiyê û me ji nivîsên xwe bêpar nehêle..

    YanıtlaSil
  3. Merheba,

    Min navê blogê pir eciband, nivîsên têde jî hakeza. Ez jî rica dikim ku ew blog aktîv be. Silav û spas.

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Merheba, ez kêf xoş bûm. Dê aktîv bît, bi gotin û rexneyên we :) Silavên germ..

      Sil
  4. Bu yorum yazar tarafından silindi.

    YanıtlaSil
  5. Pır xweş bû ez gelek griyam:)

    YanıtlaSil

Blogger tarafından desteklenmektedir.