Hezar(û)Nehsed(û)Çil(û)Şeş!

Selimyolu, Sarıkamış
(07.02.2017)

  Di zaroktiya xwe da, wextê min digel dayîk û bavê xwe li Kurdistana Rojhilat an jî li Bakûr rêwîtî dikir, ji mal heta em digihiştine cihê xwe min dîrekên ceyranê yên; pê daran hatî çêkirin dihejmart. Dayîk û bavê min pêşiya erebê behsa tiştên ez jê fahm nakem digotin an jî min xwe ji ser dibir! Hem rê jî dîrêj bû, divêt min bi tiştekê wext derbas bikira! Lewra min jî li ser paldanga xwe, bi dest hejmartina dîrekên pê daran hatî çêkirin dikir. Na, na. Temenê min gelek nîne, di wextê zaroktiya min da jî dîrekên hesin hebûn. Lê ewan bala min nedikişandin, çi bikem!

  Carcaran malên bala min dikişand, kelehên li ser çiyan an jî insanên li ser rê min didît. Lê ewan heta dûmayîka rê, digel min hevaltî nedikirin. Dîrekên ceyranê ma wesa bûn, heta dûmayîkê hebûn û destûr didan ez wan hejmêrim. Niha ez difikirim; di ew rêyên hind dirêj da çend dîrek rêz bibûn, min hingî pê bejna bihostek û pê emrê 3-4 saliyê çawa şiyaye? Îhtîmale ku, ancaq min heta pênceyê hejmartiye û gava ez dihatim dîreka pênceyê min dîsa ji serê bi dest hejmartinê kiriye. Belkî bi tev bibine hezar û nehsed û çil û şeş! 

2 yorum:

  1. Dîrekên mabênê sêwreg û çermûgê jî xweş tên jimartin.
    5 hezar û 2 sed 23 dîrek hebûn.

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Hejmartineke çi xwoş. Xwezî li Kurdistanê çend dîrek hene, min bişiya(bikira) hemiya hejmirim :))

      Sil

Blogger tarafından desteklenmektedir.