Tava xêr ji xwe nedîtî û hin tiştên dî

Tava bi heybet, bi hêz û dîn(ok) wextê saeta şola wê hatî, bi xwe got ez îro jî rengê xwe biguherînim ma dê çi bît? Ev emrê min digihite pênç mîlyarê û ez hindî temenê xwe jî vê dinyayê hem germ dikem hem jî bi rengê zer ronahî dikem.  Ez neşim germahiya xwe bi temamî bibirim, ne tenê mirovên di vê dinyayê da dijîn dê xirabî bi tesîr bin, dê hemi xweza ser û bin bît. Lê pê rengekê tiştek nabît. Gellek gellek pê rengê cida hinek kes şaşmayî bimînin. Ew jî li gorî saeta insanan herî zêde dê rojek bikişît, ji xwe roja dî ez ê rengê normal bidem wan.

Tava me ya huphupe bi hemî enerjiya xwe dest pê guhertina rengê xwe kir. Ji zerê ber bi narenciyê, ji narencî ber bi pembeyê, ji pembe ber bi binevşiyê… westiya û hindek bêhna xwe da. Pê quweta xwe ya herî dûmayîkê binevş kire soreke tarî wek hinarên Zîvzîkê. Bi vî guhertinê, roja hemi caran di nav ezmanê şîn da wek gulberojkê vedibû, nehe wek sor gulekî vekirîbû. Tirêjên sor ewilî ketibû di nav axa qehweyî. Pêşî rengê axê ji qehweyî guhertibû zereke vekirî, paşî bi germahiya xwe ax kel kir. Hem germahî hem jî tîrêjên sor giheştin pelgêd daran û ew jî ji keskê guhartine qehweyiyê.

Hudhuda rengorengo ji avê ziviriyabû êca biçîte hêlîna xwe ya li ser çiqlên darê hatî çêkirin, şaşomaşo mabû. Ji koka darê heta çiqlên darê bibû pembeyî, pelgêd wê jî bibûn qehweyî. Xwest vî halê bo yekê bibêjît. Bi lez firiya, digel firiyana wê rengên ecêp dît û zanî ku ne tenê cihê wê, herder guheriye. Li rast marekî qehweyî hat. Marê got:
-Hevalê hudhud, ka were tana me. Li bajarê me binêre çi lê hatiye. Hudhudê halê derdora xwe jî got û paşî ew nas kir. Ew marê reşik bû. Bi vî guhertinê ewê jî nesîbê xwe hilgirtibû. Çawa av bîte narencî, esman bîte binevş, rengê marê reşik jî ji reşê  guherîbû qehweyiyeke vekirî. Rengê xwe meraq kir, eger çi tişt ne wek berê bît, wê gavê divêt rengê wê jî biguherîba. Ji mara ji halê xwe bêzar pirsî:

-Rengê her tiştekî guheriye, min ji vê halê te, te nasnekir. Divêt ez jî guherî bim. Te çawa ez naskirim ? Mar lalopelo bû, çimkî rengê hudhudê cihê xwe de bû. Piştî hudhudê ew hal zanî, hindek fikirî û sedema neguherîna  xwe famkir. Her tûkekî wê rengek bû hemen hemen di nav tûkên wê da her reng hebû, guherî bît jî ew nedihate dîtin. Xwe hindekî bextvekirî hesiband, rengê wê bi temamî bibaya reş, spî yan jî sor dê çibikira?! Hindek keyfa xwe lê anî dîsa jî, di nav ava rengê narencî da kire şipe şip, li esmanê binevşî bi perên xwe kire pire pir, digel cûcikên ji reşê wergerîne û bûne rengorengo dans kir.

Keyf xwoşiya wê, tava bûyî sor didît û hesûdiyên xwe lê dikir. Çimkî yê ji bo keyfa xwe dînatî dikir ew bû, yê keyfa xwe lê dikir hudhudok bû! Bi vî halê gellek bêhntengbû, xwest her tiştê wek berê biket. Lê quweta wê nemabû, ya herî baş li benda şevê mabûn bû. Hêjta saet danzdeh bû, bo şevê kêmzêde mabû şeş saet. Bêçare li cihê xwe rawesta, bi hesûdî leyîza xwezayê seyr kir. Mêşan dest dabûn hev dileyîstin û hingivînên xwe yên wek zîve belav dikirin. Kulîlkan pê bayê rengên xwe yê nû seyr dikirin û ji wê serê diçûn serê dî.  

Leyîstina hemi benîbeşeran berdewam dikir lê tava me ji vê keyfê kêm mayî bû. Çimkî ewê maneya dînatiyê fam nekiribû.


Trêna Qersê li benda min e. Xwedê biket, tava kumreş berfa çîqspî ya Serhedê neket rengeke din! 

2 yorum:

  1. Gava ez bloga te dixwinim dibey ke neçirwan barzanî diaxive û ez wî guhdar dikim.
    Çi devokek xweş. ~^^

    YanıtlaSil
  2. Kak Nêçîrwan dibêjît, ez dinivîsim çimkî :)) Zor spas.

    YanıtlaSil

Blogger tarafından desteklenmektedir.