Bîngol Şewitî



                                                                                                         Wan/Kurdistan
   
  Hevalekî bavê min hebû, mekteb pêkve xilas kiribûn. Piştî çend salan dîsa hatibû bajarê me, bibû ûzman çavûş. Carcaran digel xanim û zarokên xwe dihate mala me, axir navbera me gelekî baş bû. Hingî kêfa wî min dihat. Birastî hej min dikir çimkî ez hem mazqot(lîstok)a malê bûm hem jî zarokeke cindî bûm. Dapîra min nehe dibêjît:
-"Kêça min nizam çi li te hatiye, ma vextê piçûktiya te, tu wehe bû? Ah eve çavên te(Tiliyên xwe hindî çavên beqan hev nêzîk diket.) Ah eve birûyên te heta ber guhên te dirêj!" Welhasil ez jî wekî herkesê piştî mezin bûm, kirêt bûme.
   Dîsa hevalê bavê min hatibûne malê û dayîka min wekî hemi rojan defter û qelemên boyaxa dabû ber min êca ez pê mijûl bibim. Ya rastî ez aliyê boyax û xêzkirinê gelekî baş nebûm lê kêfa min hingî jî ji tevliheviyê dihat, yanî li gorî herkesê kîşk reng li hev binehata min ew bi kar tînat. Piştî hinek hereketan "ûzman amca" gazî min kir:
-"Ka deftera xwe bîne ez li binêrim te tiştên çawa xêz kirine?" Ez bi kelecan û kêfxwoşî bibezîm, min deftera xwe şanî wî da. Berê xwe da rûpelên bi boyaxên reng bi reng hatine boyax kirin. Wextê rengên nexşê Kurdistanê û tiliyên serfirazîyê dîtî, kenî û zivirî:
-"Sen böyle devam edersen, ilerde avukat olursun." Bi vê gotina wî ez nebûm avûkat lê piştî vê gotinê, wêne û nivîsên min yên ji dil dihatên qediya. Çimkî ez bibûm şeş salî û min dest bi mekteba Tirkan kiribû. Lawjeya bapîrê min ya herî jê hez dikir 'Bîngol Şewitî' min êdi nedigot yan jî fîstan-kirasên min yên pembeyî û bi pîlek êdi min li xwe nedikir. Berdela wan, stranên mamosteyan ên bi zorî didan hîn kirin hatibûn.

Hiç yorum yok:

Blogger tarafından desteklenmektedir.