Paldankek

 ji fîlma Donnie Darko
5 meh û 10 roj berê nehe... Ez li malê pê êşa xwe mijul, destê xwe dirêj dikeme qedeha bi marê boa(ji derve fîl e), yê ji çîroka mîrzayê piçûk derketî. Di wê kêlîkê peyamek têt: Di peyamê da wêneyek, wêneyê marê boa. Dûra dipirse, "ev e çiye?" Berdela bersîva bi nivîs, ez wêneyê qedeha di destê xwe da dikişim û dişînim. Li bin da jî dinivîsim: "ev e ye." Pirs û bersîv cida cida tiştek nebû, pûç bû, vala bû. Lê bersîv ji ber pirsê hebû, pirs jî ji ber bersîvê. Li benda hev bûn, ka kengê dê wateyek bihilgirtana? Pişt re axaftin jî wateyek dilhilgirît û êşa sînûzîta min hinekî kêm dibît. Ava giya ya di qedeha bi marê boa da mêze dikem û di dilê xwe da dibêjim dîsa baş hat bo min, xwo sivik hîs dikim. Dayîka min neheq nîn e, divêt ez her ro vexwim.  Çavên min peyama pêşniyara şanoyê dibînît. Saet şeş e. Divêt ez serê xwo bişom û piştî ser şûştinê derketina derve nebaş e bo min. Û û nazofarenjîta kambax jî hêjta min neberdaye. Bihejmirim neyînîtî dê bibên qasê fîlekî. Ez nehejmirim û hişbim çêtir e. Bitenê peyamekê dişînim:"Baş e, ez têm!"
 Derketina min ya ji malê, saetê dikete heft. Naxwazim bibîte heft, şeş û nîv ba dê baş ba :/ Kêfa çi kesê ji li benda mabûnê nayêt, kêfa min qet lê nayêt. Digel dêreng mabûna min rîtîm a mûzîka di guhên min da zêde dibît, lê metroya levent- taksîm bi vî rîtîmê tesîr nabît. Tam di heft û nîvan de digihime şîşhanê. Li rawestgehê wî dibînim. Di destê wî da telefon, ku bo min peyam bişînît. Lê ez wê peyamê çi caran naxwînim. Ji ber gava min dibînît peyamê reş diket û bo min dikenît. (Ez nehe bipirsim, ew jî nizanît ka çi nivîsandiye). Li ber bayê hêdî hêdî dihat, çil deqiqeyan mabû li benda min. Em silav diden hevdû. Wextê ez li saeta xwo dinêrim pêşniyara çayê jî têt. Maye saetek bo şanoyê ma alternatîfek çêtir heye? Ne. Wê gavê em biçin û çayeke bê-şekir, çayeke jî bi-şekir vexwin. Em saetekê bi kar tînin û heta deh deqîqeyên me dimînît. Piştî sitandina dû ava em xwe li ber neynikeke qasê emrê şanoyê kevin dibînin. Herkesek zû bi zû dikevîte hundirê lê em dixwazin heft-heşt deqiqeyên xwo ên dawî li ber neynika esilzade xerc biken. Herkesek li me dinêrît ka em bo çi ewqas li xwe seyr diken di neynikê da. Ewan ya me di neynikê da didît, bidîtiban dê dîsa jî ecêp maban? Xwedê zanît! Di wê neynikê da çi heye êca dibîte sedema dêreng mayîna şanoyê(!) Şanoger li benda meye, pişta wî li sahneyê, di nav konikê pîrik da. Her tişt amade ye. Em bi pêngavên piçûk û bi lez têne rêza paldangên herî dawiyê. Bitenê paldankeke xalî li ber çavên me dikevît. Bi şaşmayî em li hev mêze diken. Pêşniyara sêyem têt lê ez ji vê pêşniyarê qet hez nakem:"Tu rûnê ez ê li ser piya bimînim." Ez di nav çavên wî ên ku pê bêjangên dirêj doraliya wan hatî girtin mêze dikem. Nêrînên min ên:Tu li ser piya, ez rûniştî bim, ez nikarim lîstêkê seyr bikem* têdigihît û em pêkve li ser paldangekê dirûnin. Ez xwe dikeme 1/2 û 30° xwo xwar dikeme ber bi pêşîyê. Ew jî xwo hinekî diqermiçinît û pişta xwe didete paldangê. Ne êşa ji paldangê me girtî nehe hatiye ji bîr kirin ne jî naskirina resen ya li ser paldangê hêjta hatiye ji bîr kirin. 

Hiç yorum yok:

Blogger tarafından desteklenmektedir.