Mirov çibît baş e ?

               

  Tîrêjên rojê gihişte odeya tarî ,êdî ode ne odeyeke tariye... Ji nişka ve çavêd xwo ên reş û belek vekir, li doraliya xwe mêze kir. Çi hereket çinebû, dengek jî nedihate guhên wî. Di devê wî da tama goştê şîwê mabû. Rahişte ava her eynî qab û li eynî cihê. Ava qabê heta nîvê vexwar. Li piyê xwo yê bi neynûkê êş ketiyê nêrî. Pateyê spî ji ber qirêjê hinekî reş bibû û ji ber xwehê hinekî şil bibû. Ew pate, piyêd wî ên ziravik dipeçand. Divêt piyên xwo nebikira xem. Ji ber çend hej ji razanê dikir, hind jî hej ji meşê dikir. Dev ji êşê berda, rabû ser piya. Ji derê her sê odeyêd vekirî derbas bû. Bi hilkehilê dîsa hate ber deriyê girtî. Hindî dizanîtê derê vê odeyê her girtî bû sedema wê dizanî lê dîsa wek hemi caran ji bîra wî çûbû. Bi kelecan û  li ser piya, bi guhêd mût rawesta. Emrê wî xwedê bizanît ka bibû çend salî lê ji westiyana wî kifş bû emrekê dirêj derbas kiriye. Hêdîka rûnişte ser erdê req û hişk. Li benda vekirina derê ma. Saetek, du saet... Bi dengê qifla derê ji xewa xwo ya kin hişyar bû. Wextê serê xwe rakir, jinika ji dayîkbûna wî heta nehe cem wê dima rûyên mêrikekê zeyîfok maçî dikir. Mêrikê jî bersîva maçên jinikê dida, bi maçên mezin. Jinikê, bi dengeke şirîn got: Kûçikê min yê bebik, ka were hembêza min ! 

2 yorum:

Blogger tarafından desteklenmektedir.