Perisîn.
Gever, 2000
Li me dinêrin lê aqilê wan li ciheke dî ye. Berevajî roja wan ya keyfxwoş; li rûyên her duyan, bi taybeti li rûyê bûka heqîqî xemgîniyeke nîvdîyarî heye. Xemgîniya li rûyê bûka heqîqî ya wê rojê ye, ya keçika piçûk ya îro ye.
Bi porên bîgudî kirî, bi lêvên sor di nav cilên bûkitiyê -ev cil kengî bûye li-xwe-kirin, çawa qerar lê dane vêca rengê wê bûye spî?- di nav her du destê xwe de qevdeke kulîlkêd zer, li ser sendeliyeke ji bo yî wê hatiyî xemilandin rûniştiye. Belkî jî kulîlkan tenê nagire, di nav destê xwo da dişidîne jî ku heyecan û stresa li ser xwo bixwit. Û xwêdaneke ne ku tenê em nebînin, miletê tev li vê wêneyê jî bûne nebînin didet, belkî.
Keçika biçûk ya wek mînyatura li ber tenişta bûkê rawestaye. Ew jî dizanit ku di rojeke wesa xususî de divêt ji van cilên spî li xwo bike. Him jî vê carê bêyî ku dayîka wê bi zorî bibêjît: Divêt tu ji van cilan li xwo bikey! Ev cil bi hezkirina xwo li goreyê fikra di wê çaxê de di hişê wê da cîh girtî li xwo kiriye, xweda şahid e.
Yên di wêneyê de meta min ya navîn û pênc saliya min e, ez im. Dîroka wêneyê 2000 e. (Nizanim ji bo çi belê oteleke li Geverê 'otel 2000' hat bîra min. Tiştek ecêb e mirov eynî salê cihekê veket û navê salê bi nav biket. Wek carekê marketeke nû vebibû li taxa me nav li ser nebû me jî digotê 'yeni açilan market' çend sal derbas bû me hê jî digotê yeni açilan market. Silav bo otel 2000 û yeni açilan marketê.)
Ew wêne dibe ku wek hezar wêneyên wê çaxê hatibe kişandin be. Dîsa jî tu kes wek min û meta min 'wek yekûdu' nîn e. Lê paşê paşeroj û pêşeroja me de gelek jinik dibin bûk, her ku diçe dişibine me. Cilên spî zêde dibin.
Hiç yorum yok: