"Çiyayê Simbil Hekkarî"


   Ne ji sûprîzê di roja me de tê kirin lê hej ji sûprîzêd biçûk dikem. Bi min dîtina insanekê sûprîzeke xwoş e. Hin caran dibêjim wa ez heta saeteke dî li wir im lê hema di vê kêlîkê de li ba wî/î kesê me. Çûyina min ya Kurdistanê ya vê carê jî min xwest bikeme sûprîz bo dayîk û bavê xwo.  Lê bavê min ji nimreya nasnameyê zanîbû ka ez ê kîşk rojê biçim.  Min ji bavê xwo re got: 
Qetçine/qetnebe nebêje dayîka min. Got baş e, tu meraq neke. Bavê min yê bêsebir xwo negirtibû şevê dereng ji dayîka min re gotibû dê kulîlk sibê şeveqê bêt, em ê wê ji Yeniköprüyê vegirin û li gel yêk biçine colemêrgê geryanê. Tabî ez ji vê tiştê nehaydar im. Saetê carekê li gel bavê xwo diaxivim dibêjimê: dayîka min fêhm nekir ku ez ê bêm we nîn e?
Bavê min herî dawiyê dikenît û dibêjît: Hinek cîvte cîvt hene lê tam nizanît.

     Roja dî di heftan de ji xew radibim. Li taqsîcî abiyê şevê dereng min anî û telefona xwo dayî min digerim. Di heft û nîvê têt. Heta em digihine acenteyê em sihbeteke xwoş diken. Ji axaftina wî fêhm dikem ku Colemêrgî ye. Ez dipirsim: 
Tu Colemêrgî yî? Şofor abî: 
Ez ne Colemêrgî me, ji Wanê me biçûkêd min Colemêrgî ne. Ez jî hema hîre bûme wek wan diaxivim. dibêjît. 

    Abî rast digot lê di şûna "jina min, hevjîna min, xanima min" gotibû biçûkêd min. Xanima ji Colemêrgê bû bi zewacê axaftina wê hîre bibû. Bo miletê me heram e anîna navê jinê. Hin caran şahît dibûm mêrikekê behsê mala xwo dikir lê qet navê jinê nedianî. Ma jin nebû ya her tişt dikir? Hema çi tişta neket jî mirov çawa kesekê hebe wek qet nebe nîşan didet. Xirabiyeke çend mezin ! 

    Em digihine acenteyê. Erebeya heştan, bi rotara wek hemi caran di neh û nîvan da radibît. Piştî rêwitiyan du û nîv saetan ez digihime Yeniköprüyê. Nêzîkê sîh erebe li dû yêk/hev in. Ez ji transîtê peya dibim ji xwe bahola min jî çinîne, dixwazim bimeşim. Piştî hinekî meşê digihime serê rêza erebeyan. Du leşkerê tirkan nasnameyan qontrol diken. Li min dinêrin ez dibêjim:
Yüksekova'ya değil, Hakkari'ye gideceğim. Yolcusu olduğum araba çok arkada kaldı, annem ve babam şu arabada beni bekliyor. Qebûl nakin, nasnameya xwo jî derdixinîm piştî baş qontrol diken:  tamam siz geçebilirsiniz, dibêjît leşkerekî zeîf û ji roja Colemêrgê şibê/wekî qîrê reş bûyî. Bi şeqî/westî bûnê  keniyeke dawî bo dayîk û bavê xwo dikem û wan hembêz dikem. Bavê min yê bê sebr bi sollama û lezçûnê  rêya saetekê nêzîkê bîst deqiqeyan kêm diket. Cergê me di devê me de em peya dibin. Û em li hemberê çiyayê simbil hekkarî ne

5 yorum:

  1. Sihet xweş.. Bi hêviya her nivîsîne.

    YanıtlaSil
  2. Hêviyeke xwoş e, wek çiyayê simbil. Gelek spas...

    YanıtlaSil
  3. Heyra bala min kişand. Xwedê hiştiyê, hitê li ser rêyeke Colemêrgê îcar şoför abî çi dike. Erê şofor hene lê abî çi tişte:)) û ev yenikoprü çi qemhet e. Ma hema kesekî navekî kurdî li vê yenikopruyê nekir.
    Û silavêd germ ji bo ciyayêd Simbil Hekkarî û wan xweşkokêd li ser wan zinar û latan

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Hejîro, nizanim li Elmanya çawanê ye ema em hêj ji destê "abî û Yeniköprüyan" xilas nebûne :/ çibkem ez !

      Sil

Blogger tarafından desteklenmektedir.