Tirkiya kurdewarî


     Cara yekem ez ê nivîsekê dîrekt di vir de binivîsim û wesa barkem hema yêkcarî. Belkî zor û bê tehm  bît, ka em ê ceribînin.

    Min çend sond xwar ku ez êdî careke dî ne ji balafirgeha Sabiha Gökçenê biçime Kurdistanê, ne di serê sibehê de biçim ne jî bi aqtarma. Lê şixulin, çêdibin... Carcaran tu sonda xwo daqurtînî wesa rastî dibite sond xwarin. Bi biryareke ji nişka ve hatî vegirtin hefteyek berê nehe min bo Wanê bilêt stend. 

    Dîsa lez bi lez dikevime rêya Sabiha Gokçenê. Otobês xwe şaş naket di saetekê de digihite balafirgehê. Saet û nîvan pêşiya rabûna balafirê ez li wir im. Bi pişta min ve çanteyeke piştê, di desteke min de poşeta IKEA.  Li ser min fanîleyê dayîka min yê spî yê 80s. Şeleke wek boyfriend, di bin de postalek di nav da goreyêd zer yên heta kî derê min kişandî. Dikevime nav rêwiyên Wanê, hema hoo bera xwe didin min. Nebêjine min ew rêwiyên Wanê ne, mirov ji axaftinên wan tê digihit ji xwe. Mamoyek li ber tenişta min bi dîmen li gel yekê diaxivît: "normal aramîşke" dibêjît. Yêke dî şaşbûna xwo bi: "sen allahııın" nîşan didet. Ew axaftinêd wan, zivistana çûyi ya me sê roja li Wanê derbas kirî tîne bîra min.

    Salek ewil di çileyê de. Ez Yehya û Azad. Me got em biçin qeleha wanê. Nizanim xweda çi ji me stend di wê çile beçeyê de bi destanikekê(lepik), me xwo avêt dolmîşa diçîte qelehê. Pereyêd çûyînê min dirêj kir bi dengeke nizm:
- sê xwendekar, min got. Şoforê bi maneya min fam nekir tiştek kir axir baş nayêt bîra min ka gotinek got yan hereket kir. Min vê carê bi dengeke bilind got:
- sê xwendekar. Bi şermekê me vegerand tirkî û me got: "üç öğrenci." Bi rûniştina me mamoyek ji me pirsî:

-Hûn ji ku ne? Me bi rêz ji mamo re got:
-Gever, Mûş, Mêrdîn. Mamo:
-Diyare hûn ji wê derê nîn in.
 Me nezanî ka em keyf xwoş bin yan xemgîn.

     Sedemêd nebûna zimanê kurdî gelek tiştên. Lê divêt em zêdetir li ser çêbûna tirkiya li Kurdistanê rawestin, li ser tirkiya kurdewarî. Ev hemi caran bo min zêdetir  xeternak hatiye. Ya ez dibêjim eve ku: ji bo çi tirkiya Wanê ya Bîngolê ya Diyarbekirê heye lê ya Colemêrgê,Mêrdînê,Şirnexê nîn e ? Mezinbûna bajaran, kozmopolîtîkbûn, politîkayêd bi zanetî li bajaran tê kirin hinek sedemên ji bo yî tirkî sempatîk nîşan biden. Li navçeya bajarên hêj ji axê neveqetîne ew sempatîkî hinekî zortir çêbûye.  Hûn ê nehe bibêjin li wan deran jî -Colemêrg, Mêrdîn, Şirnex- piranî zimanê Tirkî hakim bûye. Belê rast e li van deran jî di malan de tirkî tê axaftin lê hêj li van deran tirkiyeke kurdewarî çênebûye. Wek: " gidağ, hele söyle, yaparsın?" Belkî heta wextekê tê li her derê Kurdistanê tirkiyeke kurdewarî bibe hakim. Hingî ji nehe zêdetir tê zimanê tirkî bo me sempatîk bê, em ê hingî zêdetir bibêjin "ev e zimanê me ye, ma çi ferq heye?!"
    

3 yorum:

  1. Yanıtlar
    1. Di kurdî de ez hemwateya wê nizanim. Ema dişêm tarîf bikem: Ev sirre di çileyê de destpê diket heta niviya sibatê dikêşît. Bi ketina perenga yekem xilas dibît.

      Sil
  2. berî her tiştî, min "Carcaran tu sonda xwo daqurtînî wesa rastî dibite sond xwarin" ev gotina xweş li ba xwe nivîsî ko ji bîr nekim.

    ev mijara tirkîya kurdewarî bo min nû bû, yanê min dizanî heye, lê berê lênefikrîbûm. ya ko zêdetir min lêdifikrî bervajîya wê bû. niha ko dibînim herdu jî wisa bi xetere ne. ya ko min berê lêdifikrî û gelek caran behsa wê dikir, ev e ko kurdî wek xwe namîne û ji her alî ve diçe bin bandora tirkîyê.
    ji bo mînak di kurmancîyê de ergatîvîtî heye, lê ta ko diçe li bakur ergatîvîtî zêdetir tê binpê kirin ji ber ko di tirkîyê de tune. her ji sitrana Beytocan "bimrim"ê ko dibêje "evîna te min dîn kir" bigre heta nûçeyên ko rojane dibînîn. kurmancî li perçeyên din ji hêla ergatîvîyê wek xwe maye. yanê tu bifikire, ko li xuzistana îranê jî ko sînorê wan bi kurdan re tune jî, lê hê wek xwe hatîye parastin. li bakur jî ji bo mînak li hekarîyê(bi kêmanî qasî ko bavo dibêje) baştir hatîye parastin û wek xwe maye. lê wekî din rêzmana kurdîyê, hêdî hêdî bi nezanî diçe bin sêbera rêzmana tirkîyê. ji bo mînak, mirov carna li ser mijarek rêzmanê diaxive, gelek kes mînakên xwe ji tirkîyê digrin û rêzmana tirkî dikin pîvan. ko ev gelek şaş e û gelek jî bi xetere ye, ji ber ko tam du zimanên dûr ji hev in. îca ne tenê ev, dema peyvên nû jî tên çêkirin û zêdekirin, gelek caran tam wergerên ji tirkîyê tên kirin ko li gor zimanê kurdî nabin, an di kurdîyê de wateyên dûr ji wî tiştî didin.
    ya ko tirsa min jê hebû, zêdetir ev bû ko sibe hemû jî hînî kurdîyê bibin, dê li ser kurdîyekê hîn bibin ko li ser rêzmana tirkîyê hatye avakirin, û gelek dûr e ji kurmancîya perçeyên din û deverên din.

    ev tirkîya kurdewarî jî ne kêmî vê ye bi rastî.
    kurdî bêxwedî ye...

    YanıtlaSil

Blogger tarafından desteklenmektedir.