Ha tu Colemêrgî yî ha tu Xwedayê dahwetan î !

   

  Ji arşîva Enver Özkahraman



  Ez dixwazim bo we behsa dahwetêd bajarê Hekkarî bikem. Wextê bavê min biçûk bû ji Ûrmiye hatine û li Geverê bi cîh bûne. Heta nehe niviya binemala me li Hekkarî dijî. Ez bi çanda wê derê mezin bûm. Ne ji ber girîngiya dahwetan e, ez vê nivîsê dinivîsim; ji girîngiya çandeke ku ev çend sal e bi çi tiştê ve tesîr nebûye. Bi kevneşopiyên xwo yên salan e hê jî li ser xwe ye. Mixabin ev dewamiya kevneşopên Hekkarî, li bajarên Kurdistanê yên dî kêm tê dîtin. Mînak bi cilên modern(abiye) gowendgirtin. Bo min ev gelek ecêb têt: bi cilêd modern gowend!

   Wek hûn dizanin bo dahwetekê pêşiyê bûk û zavayek lazim in. Çi ji bo ku bixwazin li goreyê dilê xwo dahwetekê bikin, çi jî ku ji kesên pêşvexwaz bin. Axir dahwetekhazir kirin. Bnr: keçxala min heta 35ê got ez nazewicim. Axirê çû li gel Îrlandayiyekê zewicî. Dîsa bûka me(pêşiya zewacê jî bûka me bû). Digot: ez femînîst im nazewicim çû teza xwo ya "xebatên jina" da û hat me dahwetek ji bo wê kir. Yanî tu Colemêrgî yan jî eleqaya te bi wê derê hebît û  niyeta te ya dahwetê  jî hebît; tu bixwazî nexwazî esseh organîzasyoneke ultra sûper bo te têt çêkirin. Wextê ku hestên min yên femînîk çêdibûn, çi bangnameyên dihat bo mala me, min medê xwo tirş dikir û ji dayîka re digot: Dê bi kevneşopên ku bûkê piçûk dixîne, bûkê bixemilînin û tijî zêran lê biken em ê jî  biçin tîlîlîliyan bo biken. Çi xwoş!
   
 Dayîka min, keça Perîdzade. Ew Perîdzade(dapîrka min) ya ku bi çêkirina lihêfan; 6 zarok bê bav dayî xwendin cînaran navê "yorganci" lê kirî. Dayîka min, keça wê jinikê; wek ku hîs kiribe min ji bîr kiriye ku ew ê ez hînî her tiştê kiribim: Dahwetêd me xwoş in keça min ! dibêjît.

   "Bûk û zava tên lalê yêk, milên xwo didin ber yêk, ji dayîk û bavê xwo re dibêjin: bo me dahwetek." 
    
   Bav û dayîk diçin xwazgînê heger qebûl biken bûkê bi gustîlekê "desteser" diken . Bnr: desteser, tişta yan jî kesa/ê ku dest yanî kontrol li ser heyî, tiştê yan jî kesekê ku dest li ser hatiye danîn. Bi rastî "desteser kirin" ji bo "herêkirin birin" tê bikaranîn.  

Panzdehrojiya bûkê: bûkê(piştî pazdeh rojên gustîlkkirinê, mala zava bi xwarin, şêrinahî û zêran digel nasbiyên xwe diçin mala bûkê. Qet govend nahê kişandin, stran nahên gotin, roja dîwana nasandin û xweşkirinê ye)


Rêka hatin û çûyînê vedibe. Hemû kes di navbera van her du malan de tên û diçin êdî heta nîşanê


  Nîşan: Piştî vê destesera piçûk destesereke mezintir yanî nîşan tê kirin. Di vê şahiyê de ji bo bûk diyariyên wek cil û xişr tê birin, govend tên girêdan, şêrînahî tê bêlavkirin, du valêz ji mala zava tên bo mala bûkê, yek ya xelatan e ya din jî ya bûkê ye, wekî din çanteyekê zêran, torbeyek şekirî, torbeyek şêrinahi jî tê dayîn.


Roja sindoq(sebetk) û zerfê, hefteyek berê dahwetê ji mala zava  sebetk û zerfê dibin mala bûkê. (Xwazgînî û vê rojê zava naçe mala bûkê) vê rojê xizmaniya xwe danin. Bavê zava û nasiyên wî diçin û dîwanê danin û zerfe diaveje holê, dibêjin çi heye em bo we bikin. Ji mala bûkê gelek caran zerfê nahilgirin yan jî bi xatira civatê tiştekê kêm jê derdixin ya dî diavêjin ber bavê zava.

Hefteyek berê dahwetê şahiyeke dî tê kirin. Navê wê şahiyê jî "cilik kerkirin" e, yanî "cil birîn". Di vê şahiyê de jî qumaşên fîstan kirasan yên ji bo bûk hatine stendin tê kerkirin
Roja yekem ya dahwetê(roja hineyê):  bêriya nîvro dest pê dike. Hin caran serê sibê bi dengê orkestra ji xewê hişyar bûn mimkûn e. Valêza xenayê dibin mala bûkê hemû tişt di nav de heye (şêrînahî û ronahî) neynûk jî tê de. Xenayên zava û bûkê cuda cuda tên kirin. Piştî xena û govendan, bo razanê hevalên zava, zava dibin mala berzava paşîvê pêkre dixwin piyên zava xena dikin û çîrok û serhatiyan bi yêkûdu re parve dikin. Bûk jî vê şevê malekê li gel hevalên xwe derbas dike, hevalên bûkê  peyên bûkê xena dikin. Kêfxweşiyê dikin û serhatiyan parve dikin

Mêvanên dahwetê  yên jin, bi fîstan û kiras û kurtek kofiyan tên; yên mêr bi şel û şepikêd xwo. Ji bo mêra neşim tiştekî bibêjim bes jinik esseh pê cilên me tên. Tiştek hind girîng e ev meseleya cil û bergan, hetanî kesên ji derve bo dahwetê  tên, bo xwe cil û bergên me eyar diken.
  
 Ji aliyê gowendan ve jî çandeke dewlemed em dibînin, di dahwetên Hekarî de:

 *Qilîçanê (bi tiliyên qilîçê û bi sê hereketên piyan çûn û hatin.) 
 *Şêxanî (wek  şemamê têt leyîzîn.)
 *Xerzanî (di cî de tê leyîzîn.)
 *Çîft koçerî ( wek şêxanî, bi leztir)
 *Beyno ( rengê şêxanî didet lê bi leztir )
 *Sîncanê ( bi tiliyên qilîçê )
 *Milanê
*Gowendek jî ku bi gotinên miqamên bi deng tê girtin.

   



Xwarinên ku di dahwetên Hekarî de tên çêkirin hinek ji derdora xwo cudatir e. Ez vê cudabûnê girêdideme giyayên ku tenê li çiyayên Hekkarî çêdibin. Ji ber bi giyayên cur bi cur nêzîkê -hindê ez dizanim- bîst cûre şorbe hene. Bi giştî şorbeya "doxawe" ya ku pê mast tê çêkirin û  tê de kufteyên goşt, dan yan jî rişte heyî, birincê Îranê (libên wê dirêj û zirav in, kişmiş diavêjin ser), goştê qelî û selete tê çêkirin.

   Heger bûk nêzîk be, ji bo hine nîviya mêvanan diçin aliyê bûk. Nîviyê dî, yê ku li aliyê zava manin dewamê gowenda xwo diken. Wextê ku diçin, aliyê bûkê bi gowendê pêşwaziya wan diken. Hineya bûkê bi seremoniya xişran dest pê diket. Yêka deng bilind dibêjît: ev e saeta bûkê, ev e kembera wê, ev e taca serê wê, ev e hînt setiya wê, ev e bîst bazinên bûrma û blabla. Paşî hineya bûk û zava bi lawjeyêd taybetiyên bajarê colemêrgê tên gotin, tê kirin û ji bo ku bejnûbala wan xelk bibînît radikin gowendê. Gowend dîsa gelemperî bi lawjeyêd taybetî yên colemêrgê tê girtin. https://youtu.be/AVnAOQbNKP4
Di nav van lawjeyan de metaforêd wek: xirabiyên xwesûyê, hemu cindîtiyên ji bo bûk û piştevaniya ku zava bûye zava gotin. Yanî  esehî zava tê pîroz kirin bi hevokên di nav lawjeyan de ku bûye zava. Bûk ji xwe jin e divêt "li malê nemînît" yêk îleh bo xwe dibe ! Tabî ev stranene berdewam in lê bingeha wan êdî ne ji ber van fikrên patriyarkalî ne. Tenê ber berdewamiya çandê ye. Yanî wesa hêvî dikem ! Êvarkî aliyê zava ber bi rexê xwo ve dizivirin. Her du aliyan cuda cuda dahwet hetanî şevê-nîvşevê dewam diket.

  Roja dahwetê; li mala berzava dest pê dike, bo hemû dahwetiyan berzava sertêştê(têştê) amade dike, dahwetî li vê derê kom dibin. serşoka zavayî bi lawje û stranan têt kirin(forma stranên serşokê bnr.) Por û rihên zava tên qusandin, cilên ku berzavayî khirî li zavayî tê xemilandin.  Piştî taştê, bi lawjeyan hemû dahwetî diçin di nav dahwetê.                       
 Bûk; serşoka bûkê ew mala ku lê mayî têt kirin, bi lawjeyan serşok têt kirin(bnr. Lawjeyên serşoka bûkê), xwedanê malê bûkê bi zêrekê xelat diket. Biskên bûkê tên vehandin, hîzark têt amadekirin û bûk hîzarkê li ber xwe dike.

Vê rojê bi sedan govendên cuda cuda têt kişandin, lîstik tên lîstin.

Vê rojê valêza xenayê ji mala bûkê bi qaqil, gûz, mêwij, kade û hwd. Têt tijîkirin û bo mala zava tê şandin, ev valêz bo bûk û zava ye.

‎Êvarkî diçin bûkê.  ...Minethilgirtin(dema diçin di nav dahweta bûkê  kesên mala zava diçin ber peyên mala bûkê spasiyan lê dikin, daxwazan dipirsin û ji yêkûdu dixeyîdin.

 "‎Narînk"dema bûkê ji malê dihilgirin bi dehan Narînkên cuda tên gotin( dema diçin di ber mala bûkê Narînk cuda ye, dema ser derenceyan dikevin Narînk cuda ye, dema dikevin hûndir cuda ye, ser serê bûkê cuda ye, dema şirîta bûkê tê girêdan cuda ye, dema derdixin cuda ye, heta ku dibin mala zava) di rêkê de berbûk weke bûkê hîzarkan li xwe dikin, keça berzavayî desmalên xwe weke perrên çûka dike dihejîne û di pişt bûkê de tê, keçikên din jî wiha dikin. dema bûk tê ber mala zavayî, zava ser banî xwe li benda bûkê digire, axê bi peyên xwe diavêje ser serê bûkê(dibêjin da sama zava bikeve bûkê ji ber hindê axê serî direşîne û paşê gûzan ser serê wan gêr dike. Paşê hingivînê tînin, bûk tiliya xwe li hingivînê dike û derdorên derê malê digerîne( dibêjin da rojên xwe xweşî derbas bike wê malê)

‎li vê gavê cariya Narînkê Fatmakê dibêjin;

Fatmakê mêvan hatin

Dora qesrê wer hatin

Ser serê Fatê hatin
Kanê dayka zavayî

Kanê textê te danayî

Sitah şikestî, pê lê qeliyayî
Textê bûkê eve ye

Sifra wê çar goşe ye

Goşe ji goşan zêde ye
Fatmakê lezîne lez 'ke

Ji hinbankan gûza gêr 'ke

Berbûkan 'b zû ve 'brêke
D
 Aliyê bukê stranên dilsoj lê dide. ( https://youtu.be/Pe4eI5dAE3Q ) Wextê aliyê zava bûk ji mal derdixînin tînin ber bi aliyê zava ve, stranên bi coş bi dev tê gotin.(https://youtu.be/bx_S_wgqewQ Li ser çavê bûkê desmala heftreng, li gel hatina wê li binê piyê bûk şûşe tê şikandin. (Herhal quweta bûkê dipîvin!) Hetanî bûk rûdine neynik li ber bûk tê girtin.(dibêjin neynik ronahiye, ronahî!)  Pêncî salek berê ewil zava li ser bana li hêviya bûkê dima, şekir mekir û pere diavêtin ser serê bûkê. Hetta dapîrka min digot, sêvek diavêtin nav serê bûkê digirt. Sedema wê min hê nepirsiye, bes bawer im ji ber "hişê xwo bîne serê xwo êdî tu ne keçika li mala bavê xwo yî" ye. Belkî jî sêva Hewwa dabû Adem, îade dike ! Yanî ez ji edetên ecêb hîre bûme. Bûka me hat bes dahwet xilas nebûye hêj dewam e. Gowend, tîlîlî, seremoniya xişr û pareyê, xwarin û vexwarin...
  Zava û bûk diçin malên cuda. Cihê zava lê zerfan vedikin, zava zerfekê jê digire.

Piştî hejmartina zerfan diqede, kesên nêzîk tenê dimînin malê. yên malê diçin bûkê bi stranan tînin nik zavayî.

    Nehe jî ji we re du vîdyoyên ji salên berê û nehe, ji bo dîtin û firqkirina guherînan. Li goreyê min guherîn tenê di wargehan de çêbûye. Bi bajarîbûnê dahwet êdî di wargehên girtî de tên kirin. Cil û berg, lawjeyên bê muzîk û bi dev tê gotin, cureyên gowendan wek berê dewam diket.

dahweteke berê: https://www.youtube.com/watch?v=LeRoSOUfgTg&t=504s
dahweteke nû:  https://www.youtube.com/watch?v=vECjdNvEPjE

Behs-axaftin e, divêm di vê derê da ji ber harîkariyêd wî silavekê bo Kenan Colemêrgî rêkem.

6 yorum:

  1. Nivîseke pir xweş e. Min bi kêf û zewq xwend. Ziman, kurmanîya te jî pir paqij ûbêqusûr e.
    Spas ji bo vê nivîsê. Nivîsên wiha urf, adet û kultura kurdî nemir dikin. Hêvî dikim tu gelek nivîsên wiha binivîsînî.

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Mamê Zinar, silamet bî. Ez keyfxwoş bûm ku te ji xwendina vê nivîsê kêf hilgirtiye. Ez ê hewl bidem ku vêca hêjta binivîsim. Xûda hafiz.

      Sil
  2. Nivîseke xweş û tiptije bûye, dest xweş bî

    YanıtlaSil
  3. min ev nivîs du caran xwend, cara pêşî ko min normal xwend min hemû sitran guhdarî kirin û her du video dîtin. cara duê min got bixwînim piştî ko gelek bihêztir ketim bin bandora wê atmosferê, û min cara duem jî xwend. ev ne tenê xwendina nivîsekê bû,
    ev serdana mina dahwetekê bû,
    bi hemû rewşa xwe ve. ji dahwetan jî zêde hez nakim, lê min ji van zêde zêde hez kir.
    ya ji her tiştî xweştir ev e ko kêmzêde bi wê devokê dinvîsî ya ko mala me jî pêdiaxivin.
    qurbana te bim

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Nexwe em li hêviya te ne tu bê dawetekê me :) spas.

      Sil

Blogger tarafından desteklenmektedir.