Xwe mûyekê şaş nakem.




Hinek neynik hene ku  av lê bikeve xerab dibin. Qene neynikên min dîtine, yên ku li dîwarên hemaman de didaliqînin, wesa ne.
Dayîka min bi pêşoka kirêcê jê dibe, bêhtir xerab dikirin ew neynik. Neynikeke ku bi lekeyên rengê dilopêd avê diden tijî bûyî . Heger ji kîmyagerekê re bipirsin "tesîra avê ya ku li neynikê çêdibe, kîmyêvî ye yan fizikî ye?" Dê bêjît:  fizikî ye, ji ber av neynikê naguherîne; piştî av lê dikeve jî neynik heman neynik e. Ez jî dibêjim: dayîka min û pêşoka kirêcê jê dibe nebûya û ev neynik tenê bi avê tesîr biba jî ne wek berê dibû. Ew roja wê neynik li dîwarê me daliqandin li ber çavê min e, bêrengiyeke wek avê li wê hebû. îro ji dilopêd avê bêrengiya wê têkçûye. Min hinekî teswîra wan neynika kiribe, dikarim êdî bibêjim li hemberê neynikeke wesa rawestiya me. Porê ku dayîka min ji  bîst û du sal berê ve heta nehe  ber bi çepê ve şeh dike, li bin tiliyên min dilopêd avê dipalîne. Ez çend dilopêd avê hîs dikem, hind porê xwo bi tiliyên xwo yên bi ava germ nermok bûyî diguvaşînim. Cara yekem porên ber bi zuhabûnê, ber bi rexê rastê ve şeh dikem. Bi rûniştina her tayekê, ez bo xwe biyanî  têm. Ji vê halê xwo ditirsim. Zûzûka destê xwo davême porên ku du meh berê min ji kuaforê xwo yê çar salan re, ji bo ku boyaxa şîn lê bide birî bes bi gotina kuaforê ya: divêt di bîst rojan carekê tu boyax bikey hekena dê zer bibe(porê min wek dayîka min ne zer e, hem çavên min jî wek yên wê ne şîn in) fotrafeke xwo wesîqe ku min di sê saliya xwo de kişandî,  wek alternatîf min dirêjî kuaforê kiribû û tenê hevokek lê zêde kiribû: hosa jî çêdibît, her tayeke porê xwo digihinime cihên wan yên berê. Dayîka min ne li cem min bû û min jî ji bîra kiribû ku porên min wek zaroktiyê ne dûz e. Kuafor min tenê  bi halê porê min yê nehe hişyar diket  "Ez di serê de bibêjim, porê te qalind û xingilok e. Li goreyê wê..." Ez tenê di dilê xwo de duayan dikem ku xingilokên li jêra porên min neçin. Derdikevime ber neynika kuafor, dibînim ku xingilok li cî ne. Li ber neynikê me. Di refika li bînê neynîkê de qotîkeke sabûna hişk. Ev sabûn eydên zaroktiya min tîne li ber çavê min. Çenteyê bi Mickey Mouse yê  ji sê saliya min heta nehe mayî ,  min bi van sabûn û goreyên ku ji bo eydaneya me didan me, dadigirt. Bêhna sabûna tev li çenteyê min dibû, nehe jî bêhnê dide destê min yê min sabûn qahîm pê girtî. Li jinika li ser ambalaja sabûnê dinêrim. Sûretê wê wek jinikeke xemgîn û pîr têt bo min. Bes dizanim ku ev dîmen ne ji ber rastiyînê ye ji ber ava, neynik jî guherandî ye. Hekena herkesek dizane ku jinikeke li ser ambalaja sabûnê cahêl û rûken û law e. Piştre Hamza têt bîra min, hevoka wî ya piştî her peyama, min ji wî re dişand "Xalan navêje dûmayîka hevokan" Mafdar bû;  xalên di dûmayika hevokan de, nivîs cidî dikir û ez heçku xalan bavême dûmayîka hevokan, wê rûyê xwo dibînim di neynik de.

Hiç yorum yok:

Blogger tarafından desteklenmektedir.