Ji dayîka xwo ra dipirsim: pêlav an pêlaw?!


Dayîka min  ketiye ber bi heft xewan. Maçek da min got şev baş û dîsa raza. Balgehê nehe serê wê li ser jî balgeha ku heta hatî vê derê serê xwo danî ser jî- digot: min gote hostesê balgehekê bidet min, paşî çend kesan çav dane min ewan jî balgeh xwestin- westiyana wê jê nebiriye.  Gelek westiyaye. Ji rêyek dûr hatiye, ji  geverokê bi xusûsî ji ber   min. Dipirsim: Daykê (heta çend salan mezin bûm navê wê Mama bû) bahola te heye ? Dibêjît: "Ne, min ew kirine el bagajî." Keyfxwoşiyek bi min digirît, dizanim da ez ê çend deqiqeyan zûtir dayîka xwo bibînim. Ez li ber cama antreyê li hêviyê me. Têt, bi sê çenteyan.OMG! Baholek, çanteyê wê yê milê û poşetek(ez ê meseleya wê poşetê paşê bibêjim) di destê wê de ; baholeke sor jî di destê kurikekê lalê wê de ber bi min ve tên. Ez xwo davêjime ber sîngê wê paşî çenteyêd xwo didet nasîn: "ev e kîfê min, ev e bahola cilkêd min -xwedê jê razî bît vê cahilê rêhevalê min alîkariya min kir, heta vê derê li gel min îna, ev e pasteyêd tu hejê dikey wextê ez çûbûm sêzdekan-wextê newroza rojhilatê- min ji Ûrmiye li gel xwo îna bes tu negihiştî wan, min ji bo te pasaja Îranê stendin o ev e jî pêlavên min, min got bila di çente de xirab nebin." Mesele di vê derê de destpê diket...

   Dayîka min wextê zewicî hê modeya apartman-topukan ranebûye, di salên 85'an de fîlan. Ev çend sal e bawerkem dîsa bi navê platform topukan bibûn mode. Bi xwo ra gelek cihêzek baş înaye yanî ji Elbakê biriye Geverê, li gel çend pêlavên apartman-topuk. Sor, zer û rengê zîvê hebûne dibêjin. Yanî ji xelkê dibihîsim, hê jî behsa wan pêlavan tê kirin ji ber. Xwîşk û birayên bavê min, hemu  ji bavê min piçûktirbûne wan wextan, nehe jî piçûk in :/ Dibêjin: hingî me li pêlavên "yênge" yên di bîfeyekê de rêz kirî  yên rengorengo seyr dikir.
    Wan apartman-topukan tînim ber çavêd xwo -ji ber mixabin di wêneyêd dayîka min de ew pêlav qet li ber çavên  min neketine- sitûr, ronak û qasê 10 cm'an dirêj ! Nostalgiayek zor xwoş bes 10 cm çawa yanî?! Çend wext berê nehe bo dahwetekê min pêlavek stend ew jî piştî dahwetê min ji heyata xwo derxistin ew pêlav. Ji wê rojê û pê ve pêlavên bilind neketin nav heyeta min. Nehe rojek taybet çêdibît, yanî ez naxwazim bêjim taybet, milet wesa dibêjît. Dayîka min di telefonê de talîmat dabû: "Çi tiştê te kêm e, pêlav ? Ha temam, nebît tu bêyî min bistînî ez ê bêm bo te bistînim." Nehe pêlavên me li ber yêk in. Nimreya pêlavên min êdî bûye 38. Çend sal bû min xwo dixapand ku ez 37.5 ber dikem. Bêje xapandin bûye... Pêlavên dayîka min yê ne wek berê apartman topuk, yên bordo piştî emrekê hinekî piçûktir bûne qasê 37an. Bilindahiya wan jî kurt bûye heta bûye 4 cm. Ka ew pêlavên apartman-topuk...
Îşev dîsa beriya min ket nav ciyan hêj xew ra neçûbû min got ka maçek! Ew ê du maç dan min û vê carê ew ê jî got: Ka ez jî maçî bikem. Min got: Baş. Got: *Sîmetê te çi nerm e !


*Rû, serçav

2 yorum:

  1. Three Romancesê ji Schumann guhdarî dikim û vê nivîsa te dixwînim.
    te ew qas xweş nivîsîye ko dikarim her tiştî dîmen bi dîmen his bikim û bibînim
    gelek şîrîn dinvîsî can

    YanıtlaSil
  2. Spas bo van şîroveyên te yên xweş 🌸

    YanıtlaSil

Blogger tarafından desteklenmektedir.