Bi hin *eksan diyasporaya Kurdekê
Destpeka vê nivîsê, du sal berê, bi alikariyeke min a biçûk çêbû. Hevala min a li Elmanya lîsansa bilind dikir, ji bo teza xwe mijarek hilbijartibû: Kurdên li Diyasporayê dijîn, yên li Stenbolê. Wê -hevala min- lêkolîna xwe hazir kiribû. Bes dixwest, wê lêkolîna xwe, bi hin wêneyên; ji destên hin Kurdên li Stenbolê dijîn, bêt kişandin, xurttir bike. Ez jî ji wan kesan bûm ku li Stenbolê -li diyasporayekê- dijî. Kişandina hin wêneyên ji jiyana kurdekê, bibû para min jî. Ji bo kişandina wan wêneyan tu şert tunebûn. Bi tenê di navbera çend rojan de, di jiyana me de, rast li çi hatin me dê kişandiba.
Wêne dê bi analog makîne hatiban kişandin. Û piştî kişandina van wêneyan dê hevala min roportaj li gel me kiriba. Her serê me yekê makîneyek li ber me diket. Min makîneya xwe hilgirt û ez li benda herikîna jiyana xwe mam. Jiyan diherikî, her roj ji rojekê ewil cûdatir bû, hin caran jî stabîl diçû. Min biryara xwe da û min got: Ez ji ciyê mayî de li benda herikîna jiyana xwe nabim. Ez ê wek ku cara yekem têm Stenbolê bijîm, ji nû ve.
Kurd im. Têm Stenbolê. Ji rêyeke dûr, bi otobêsên rêya wan qasê rojekê dikişît. Di rê de meraq dikem ka çi li benda min e, tiştên xweş difikirim. Digihîme Stenbolê. Bi peyabûna min a ji otobês, aleke mezin a Tirkan li ber çavê min dikeve. Ji otogarê derdikevim. Ji caddeyan, kuçeyan de derbas dibim. Li her bînayekê Ala Tirkan heye. Diçim cafeyan bo ku rûnêm tiştekî vexwim, bixwim li wê derê jî Ala Tirkan heye. Difikirim rojeke fermî ye bo Dewleta Tirkan hind al li her derê hene? Ez dixwazim bi eleqeyekê ve girê bidim, bo çi evqas al? Ev cih ne saziyên fermî ne jî. Li her ciyê Ala Tirkan pêşwazî li min dike. Herî dûmahîkê diçim mala xwe, cîranê min ê li hemberê min jî bi "ala xwe" pêşwazî li min dike!
*Fotraf
Mixabin
YanıtlaSil