Ji rêya saet û nîvan têm ez!

Piştî amadeyên dawî û hevdîtina nas û hevalan, ez xwe digehînim Otogar ê. Dixwazim bi otobêsa sê û nîvê biçim, pazdeh deqîqe maye. Di whatsappê bo hevalê xwe dinivîsim:
-Heta çend deqîqeyên dî tu li vê derê yî, li gorî wê ez bîlet bistînim?
-Heta pênç deqîqeyên dî ez li wê derê me.
Zû bi zû diçime hundur. Dipirsim:
-Bîlet bo sê û nîvê heye?
-Cihek heye.
-Bila bîleta "xwendekar û cam kenari" bît.
-Mixabin "cam kenari" çinîne, jixwe bitenê cihek maye. Li cem te qarta acenteyê heye ku ez xwendekar bibirim? ..Wê gawê ez "bîst dibirim."
-Ez nimara kîmlîka xwe bibêjim, nabît?
Paşî jetona min dikevît. Ji ber ku parê bîleta xwendekaran, hejdeh mîlyon bû. Bi zemê bibû bîst. Yanî camêrê jixwe xwendekar birîbû. Bîleta xwe distînim û têm cem otobêsa xwe, li benda hevalê xwe dimînim. Hevalê min têt, di destê wî de pirtûkek. Pirtûkê ji wî distînim û xatirê xwe dixwazim. Nimara 14 ê digerim. Aha, nivîsa 14-15! Êê ji bo çi jinik li ser paldanka 14 ê rûniştiye? Ez xwe bêdeng dikem, qet nabêjim: "Hanımefendi benim yerim koridor tarafı yani 14 numara, yerinizin pencere kenarı olması gerekiyor."
  Jinika por zer, çav şîn û rû bi wesem radibît û cih didete min. "Teşekkür ederim" dibêjim û hêdîka cihê xwe dirûnim. Rêhevalê min heya 10 deqîqeyan destê xwe pê peçeteyên bi qolanî paqij diket. Ez jî wê gavê pirtûka xwe ji çenteyê xwe diderxînim, lê dinêrim. Abla piştî paqijkirinê, ji çenteyê xwe bêhnekê diderxînît û dikete fis fisss. Piştî bi vî bêhna jehr ez pirtûka xwe dîsa dikeme çenteyê xwe. Bedela wî kaxez û pênûskê digerim. Tête bîra min ku lênûsk û pênûskên xalê min wek hemi caran bo min cida kirî, min ji bîr kiriye li malê. Lê digerim, çawa di çenteyê min da lênûskê nota çinîne? Dîsa tête bîra min, min ew jî kiribûne çenteyê xwe yê piştê û dabû mûavînê ku bikete bagaj. Lê digerim, lê digerim... Aha, hinek kaxezên li ser notên psîkiyatrî dinivîsît!
  Pêşiya nivîsê li derdora xwe dinêrim. Rê wekî hemi caran, acenteya ez pê re têm wekhev, cihê ez diçim wekhev, rawestgeh wekhev, mirovên li derdorê wekhev, îkramên otobêsê jî wek hemi caran; Çay û kek! Heger her tişt wekhev bît, gelo ya cida û ya dilê min diêşand çi bû ? Temam, hat bîra min. Vê carê ez te nabînim. Her tim, pişt re hişê min tête serê min!
  Ez kaxezên xwe yên qurmiçî top dikem ku bikeme çenteyê xwe; pênûska min dikete teq û req, bezir dibît li bin piyên min. Mûavîn:
-Abla, ancak gawa tu peya dibî tu dikarî peyda bikî. Jinika li ber tenişta min:
-Herhal nezera min li te ket. Min di dilê xwe de digot; çawa di otobêsê de wiha dinivîsît. Nexweşiya miyop li min heye, ez nikarim tenê tîpekê jî bixwînim.
  Pênûskekî wekî çavên xwe yên şîn ji çenteyê xwe diderxîne û dikete di nav destê min. "Belkî kêr karê te bît." Otobês dirawestît, derdikevim. Bêhna komirê, dengên firoşkara û çipe çipa baranê bi meşa min zêde dibît.
Ji rêya saet û nîvan têm ez! 


Hiç yorum yok:

Blogger tarafından desteklenmektedir.