Mûzîka veşartî

Picasso/Two Women Running on the Beach

Ez sibê ji saet heşt û nîvan heta êvarkê pêncan, li mektebê me. Dersên te jî êvarê di pêncan da dest pê diket heta saet dibîte deh. Rêya mala me hinekî dûr e tu dizanî, heta tu dizivirî malê ez xewra diçim. Hin caran ez ji xewê hişyar dibim, piyên te ên cemidî bi piyê min ve zeliqiye... Ez hewl didem êca wan piyên te ên piçûk germ bikem. Tu di xew da diaxivî û dibêjî: Çiraya odeya min sot dîsa, vê carê jî ez ê lalê te razêm. Sibê jî çaxê radibim bêhna cigareya te tête difna min, ez ji malê derdikevim. Hind. Anî têkiliya me a di rojekê da û hevaltiya me ya malê hinde ye...
Baş bû mektep qediya, em êdî pêkve radibin ji xewê. Bi reqsa strana -me navê wê nêzîkê salekê nedizanî- bi dest roja xwo diken. Tu her dibêjî: ka baş guhdarî bike, farsî ye çawa tu nizanî. (Farsiya Afqanî ye bebek, çawa bizanim?!)
  Em hind li ser nezanîna navê lavjeya xwo ranawestin. Heta heta, pencereyên hemi deran vediken; êca dukanciyê hemberê me û cînarên me ên li ser qata me da dirûnin, keremkene reqsa me. Ew dukancî hat bîra te, yê li ber tenişta dukana wî darê alûce heyî? Hetta te carekê di şevê, nîveşevê da bo min alûceyên wê darê anîbû(gelo ew dibîte dizî?) Roja dî, min ew alûce dirêjî dukancî kiribû û gotibû wî:Erik yer misin Ahmet abi? Tu bi tîqetîqê keniyabû û te gotibû:Tu vîcdana xwo rehet dikey qey, alûceyên ji mêrikê dizî dirêjî wî dikey.
  Neyse, ne dukancî têt ne jî cînar. Em bi serê xwo dînêtiyên xwo diken hema, Paşî mûzîk xilas dibît. Tu dibêjî: ez ê biçim lê dê piyên min cemidin. Ez dikenim û dibêjim: xem nekeyî tu, ez ê mûzîka me veşêrim.

6 yorum:

  1. Min ev muzîka meraq kir..

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Darya Dadvar/Jinge Jan. Ka guhê xwo bide mûzîkê, tu dê heq bidey me :)

      Sil
    2. Min lê guhdarî kir, tu bi heq i...

      Sil
  2. Ji wan gelek biharên min gorî erdê kirî yeke cihêreng bû ew bihara 2015'an. Gelo hûn ji xeweke sibehên sar qet hişyarbûn di paxila fîlekê de ku berî hûn xwe li nivînan bikin niştecih piyên we bimistîne û dilgermiya xwe bide cemeda wan. Ew fîla xwediyê wê paxila ku ez lê dinivîm, her sibeh bi bêhna hêkên qelandî ez radikirim li gel gazincên xwe yên ji bo cixare kişîna min. Nizanim gelo tu ji wê dûrahiya niha lê, haydar î ? Ji rewşa keçika kumsor a ku hîn olana kenê me jê difure ku di wan şevên qerebalix û kembax de tu dibûyî keçika kumsorik, ez gur û her em biken. Belê niha kumsorik ez im, li daristaneke reş tarî wendabûyî. Berî gur min bixwin, mim bibîne li pey şopa mûzîka me...

    YanıtlaSil
  3. Ka bidomîne da em jî bixwînin lê..

    YanıtlaSil

Blogger tarafından desteklenmektedir.