Gava Leglegê ya Dereng Mayî

     Heta em digihiştin derê sînora Îranê, bavê min ez baş tembîh dikirim:
  -Heke leşker me li noqteya qontrolê birawestînin û ji me bipirsin 'hûn diçine kî derê?' Nebêje em diçine Îranê, bêje em ê biçine gundekî li ber tenişta sînorê Îranê.
      Di navbera mala me û sînorê Îranê nîv saet hebû. Hetta min dizanî welatê bavê min, bajarê nîviyê eqrebeyên me li dijîn, li pişt ew çiyayên ji pencereyên mala me diyar dikir bû. Piştî rêwitiya saetekê dinyayeke cida dernedikete pêşiya me. Mal, derdor, hewa eynî bû. Û, min û dotmam/pismamên min, bi eynî zimanê diaxivîn, me eynî lîstik dilîst. Lê ferqek hebû, ew jî zimanê dûyem bû. Ew ji min çêtir farsî diaxivîn min ji wan zêdetir tirkî. Neyse kî ew ferqe nedibû maniyê lîstina me. Min her tişt wehe hêsan difikirî û hêsan didît. Ji ber hindê ew zehmetiya ji bo yî rêya saetekê dihat kişandin min qet fam nedikir. Nehe jî fam nakem û naxwazim çi caran fam bikem.

The Suspended Step of the Stork, 1991

  "İnsanek çawanê ji axa xwo vediqetit? Ji bo çi, ber bi kî derê ? Nexwe, wekî ew gotinên strana berê ye birastî ? Û ji bîr neke qet; çaxê ku wextê veqetinê têt/bi ba diçit awirên te..."


2 yorum:

  1. sînorên ku welatê me dikin parçe parçe
    mijareka baş e ji bo literatûra kurdî. hem jî ji bo sinemaya kurdî.
    berdevam ke jinê.
    ew baş bû.
    yane weke nivisek baş bû.

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Ya rastî min nexwest li ser vî fîlmê şiroveyekê binivîsim çimkî sînemager nîn im feqet temaşevanekê sînemayê me. Mijara vê fîlmê gelektirîn biçûktiya min anî ber çavê min. Û min dizanî; mirovên vê aliyê çemê ez û malbata min ya li Tirkiye bûn, yên li aliyê dî malbata min yên li Îranê dijîn... Mijareke baş e rast e, divêt di her ciha da bê bikaranîn.

      Sil

Blogger tarafından desteklenmektedir.