Tiştek çinîne kîî

Cartooneka family guy 

     Dîsa çûyînek têt. Dîtina dapîrê, sitandina birincê îranê, xurmeyên îranê û helbet çaya qaçax...
      Digel haziriya min dayîka min a gelek zîrek jî destpê hinek tiştok miştokan diket. Tarîfên nêzîkê 25-30 sal e qet jê şaş nekirî çêdiket. Wek "mermer desenli kurabiye, elmali turta, mayali borek". Ez wek hemi caran dibêjim :
Çavşîna min, hewce nîne tu xwo biwestînî ji xwe min li vê derê têr xwar. Dayîk :
Dîsa jî...
    Bav, bavê ku di salê sê û sed rojan li destê xwo tiştekê nadide jî dibêjît tu sibê diçî ez ê bo keça xwo xwarina firinê çêkem. Bi mecbûr ez li benda wan şirînokan dimînim. Lê Kulîlka jar, ji neha de êşa zikê girtiye. Dê çawa bixwet, vexwet ?
    Dibe sibe... Çawa dibînim kîfê(çente) min bûye du kîf !  Herhal bipirsin :  tu di jiyana xwo da herî gelek ji çi nefret dikî ?  Ez ê bêjim :  valîz. Ma mirov bi kîfekê piştê rêwitî biket, dê çi lê bît ?
   Tepsiya sotî jê derxînin 3 tepsiyên dayîka min paket kirî vedigirim û xatirê xwo dixwazim. Bavê min bi mûzîkên nîzamettîn arincê min dibe balafirgehê. Ji X Rayê derbas dibim. Guhên min li benda lêdana alarmê dimîne lê berdala wê merikê karker gazî min diket : çantanızın icinde çatal mi var ?
    Ez bi şaşî zû bi zû centeyê xwo vedikem û qaba dayîka min a "keka ter" xistiyî û çetal kiriyî di nav dibînim. Hem dikenim hem xemgîn dibim. Ew kek dayîka min ji bo ku ez li malê bixwim çêkiribû lê neşiyabûm bixwim. Ew ê jî çareyek wehe dîtibû. Dayîka min, bebika min, canîka min...
    Neyse, ez diçim centeyê xwo xalî bikem. Xweda hafizz !

2 yorum:

  1. Min hê jî fehm nekir te çima malbata peter griffin kir nav nivîsa xwo.
    Ew çetel di valiz de hat serê min jî.

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Çaxê min lîse dixwand di heftiyê 15 saet me ingilizî didît ji ber wê ew cartoonekên wek the simpsons, family guy, south park min seyr dikir. Ew dinyaya malbata griffin bo min xwoş dihat wê demê. Tenê ew, yanî şibandinek tune ye. Ne ez meg im ne jî dayîk û bavê min lois û peter in :))

      Sil

Blogger tarafından desteklenmektedir.