ferhenga tiştok-miştokan
Ev ferhenge; di notêd ro bi ro bi peyvekê, min lê zêdekiriye de çêbûye. Bi armanceke ku kesên di kurdî de peyvêd cuda lêbigerît, bo wan bibîte çavkanî. Hemû peyvêd di devoka behdinî(bi taybetî bajarê Gever/Colemêrgê) de tên bi kar anîn in. Tê hêj bête berfireh kirin...
Zehl jê(ji yekî) çûn: bîzê jê(ji yekî) çûn, nefret kirin
Qeliştok: kax (sêvkên zuhakirî)
Hêzandok: hêlinok, hêledan, hêlekan
Zêndan: nêrîn, mêzandin
Selîqe: bi dîqqat
Xirkirin: topkirin, berhevkirin
Serberkirin: rastkirin
Berkirin: lixwekirin (tenê ji bo lixwekirina cilan)
Di nav cilikan de bûn: regl, mens
Law: xweşik, cindî
Tezî: (e wek e ya Elî têt xwendin) tiştên cemidî
Şiv(m)tî: zebej
Hingo/hewe: hûn
Doşav: dims, dimis
Micid: cidî, rijd
Ber: kevir
Xarice: biyanistan, welatên xerîb
Page: tewle, axir
Buxtan: iftira, newehî
Qer/qerdar: deyn, deyndar
Tûk: mû, pirç
Kûçal: kûrik, kortik
Lam: gep
Difin: poz, bêvil
Fişar, zixt: tansiyon
Xalet: xaltîk
Mam: ap
Hût: keçel
Lerxînî: xurinî, bi zikê birçî
Tipil: tilî, pêçi
Têşt: taşt
Pitrûme / bêtirme: aşîkirina daran
Berhem: lewitandî
Sînebend: memikdank, sutyen
Cilik: lîbas, cil
Çillûz, zikçêl: çill, çavbirçî
Qetçine: qet nebe
Keçik: kevçî
Kiçik, kiç: keç, qîz. *Bi tîpa; navbera K û G yê tê gotin.
Çi: tu (çinîne: tuneye, çi tişt: tu tişt)
Ziret: misqal
Pêk kirin: Silh kirin, li hev kirin
Bezir: winda, wenda
Şeqî bûn: westî bûn
Sêvkêd bin erd: kartol, pitat
Hêstik: hestî
Hilkirin: pêxistin, vêxistin. *Tîpa "L" nerm têt xwendin.
Şibê, şibetî : wekî, mîna, fîna, wek
Hîre bûn: hîn bûn, fêrî bûn
Xira: hemû, giş, tevî
Jûr: hundir (hin dever di meneya "ode"yê de bi kar tînin)
Gûş: hembêz *ji peyva farsî "agûş"
Gîro: dereng, direng
Aman: firaq
Kurr: çamûr, herrî
Mane, we nîne, ne, ne weye ? : ne wisa ye ?
Be: Ya, pekî
Emel kirin: bikaranîn
Leqdan : gez kirin, gezandin
Leqdan : gez kirin, gezandin
ji kurdîyê şîrîntir nîne
YanıtlaSil