Masîyek dişêt her tiştê biket

Arizona Dream/Emir Kusturica, 1992
     "Heger tu bixwazî zêndeyê giyanê yekê/î divêt pêşiyê tu zêndeyê xewnên wê/î" 
Masiyek dikevite li ser maseya em li ser xwarina herî ji hejê diken "kremali, mantarli, tavuklu, kapya biberli sote"  bla bla bla dixwin. Heta xwarina me diqedît em li tewgerên masîyê seyr diken.      Paşî Goran Bregoviç bi mûzîka xwo masîkoyê dilîyzînît. Em di çûyîna masiyê da dimînin û xeweke şirîn dikişin. Yan me gelek hej ji masiyê kir yan ew ê hej ji me kir. Ji ber nehe jî tête xewna me. Bawerkem masî jî dikevîte xewnekê çimkî bajarê wê/î jî bi meşeke dirêj û nazik diguherît. Hind diguherît kî masîko ji Antartîqa derbasî Amerîkayê dibit. Tiştên em di jîyana xwo da bibêjin "bê îmkan e, nikare" diket. Ev tişt; beredayî, bê mane dibît carcaran, lê ji nişka ve Kusturica derdikevît û bi derhêneriya xwo ya bêhempa dikevîte di nav xewnê û masîyê organîze diket. Pêşîyê masîyê diket Jhonny Deep û li gazî mûzîka Bregoviç diket dîsa şibê hemi gawan. Dîmenên wesa çêdiket, mirov naxwazît ji vê xewnê hişyar bît. Kusturica'yê heta nehe di xewnên xwo da pastoralî kêm nekirî; li Amerîkayê be jî, di vê xewnê da jî pastoralîyê kêm naket û dîsa min şaşmayî dihêlît. Ji xewê hişyar dibim digel hişyarbûna min dibînim ku masî li cihê xwo dirawestît. Min xwo hind têkil xewnê kir kî nehe xwo şibê(wekî) masîyê hîs dikem. Nexwe, ew masî ez bûm? 
   "Masî naaxivin, bêdeng in çimkî her tiştî dizanin." 

Hiç yorum yok:

Blogger tarafından desteklenmektedir.