Bê bîranîn nemînin


 Kompûtera 12 salan... Vekirina maîla yekem -ya ku bo yî messenger bêt emel kirin- wêneyên ji webcamê hatî kişandin, çêkirina spartekên mektebê, temaşekirina fîlmên ku nezanim daxim û piştre di google da binivîsim û di wê derê da seyr bikem, wêne û vîdeoyên belkî 15 salan, di nav zikê wê komputerê da bû. Nehe ji wan yek bîranîn jî nemaye. Di çaxê "qedexeya me ji welatê me dur xistî û dilê me ji dur ve şewitandî" heta zikê vê komputerê jî vekiribûn û di wê derê da hemu bîranînên min yên heyî biribûn. Digel qameraya bavê min 20 sal berê nehe ji derve anî û gelek bîranînên min yên yekem bi wê hatî kişandin... Meraq jî dikim ha; ka wêneyên keçikekî deh salî dê çê lê biken?? Çend bê tehemûl in, çend kesîf in... 
   Nehe qet nebe ev odeya min ya ku pêşiyê bo bikin "çay ocaxê" maye. Li malekê çay ocaxî belkî bo we ecêb bêt lê bo yî mala me şert bû. Li mala me hatin çûna mêvanan gelek e, ji ber hindê li ber tenişta odeya mêvanan ev odeye çêkirine. Lê bi mezinbûna min, ode guherandine û kirine odeya zarokekî piçûk. Yanî gotine kulîlk mezin bû êdî dişêt (dikare) ji jorê çay û qehweyê filan bîne jorê!
    Wextê ez 5 sal berê nehe ji malê dûr ketim, min gote dayîka min: qet destê xwo lê nedene vê odeyê. Bi israrên min ji bilî paqijiyê, qet dest lê nedan. Bi perdeyên modeya berê, pêlîstokên zarokatiyê, diyariyên berê, yataq û maseyên belkî deh salan, bi her tiştê xwo wekî xwo maye. 
   Xemgîniya bîranînên bezir (winda) dibît yan jî têt şewitandin gelekî zor e.  Wextê xeberên şewitandina malan dihat, feqet min eksên(fotrafên) xwo difikirî; yên zarokatiyê. Ew hatiban şewitandin ez ê bibam mirovekî ku bêyî zarokatiya xwo mezin bûyî... 

2 yorum:

  1. kompûter felan.
    ma tû ji malbatek bûrjuva mezîn bûyî.?

    YanıtlaSil

Blogger tarafından desteklenmektedir.