Xilasbûna emrê bîst o yek sal

                            Gever, 1996

   Hejmara kesên ku rast li gotinêd mezinêd me yên wek; "zivistanên berê ji îlonê dest pê dikir xwe di ser biharê re diavêt heta digihîşte havînê û navdariya wan zivistanan bi çend mîtroyên berfan jî bû." ne kêm in bi min. Ez çend di demsala zivistanê nehatibim dinyayê jî, li goreyê mezinêd me di demsala -ya herî jê hez dikim- payîzê de ji dayîkbûn di eslê xwe de di zivistaneke dirêj de dayîkbûne. 
*Neleqedar: Di zimanê me de çend peyvên ecêb û xwoş hene. Ji dayîk bûn, hatin dinyayê,  xwedê dan... Ya herî ecêb jî peyva di dawiya vê hevokê de ye. Pola yekemin, di 6 saliya xwe de rast li vê gotinê hatibûm. Kurikekî hevalê min yê polê, gotibû: "Xwedê biçûkek daye xwişka min." Çend şaşomaşo bibûm bi hînbûna vê gotinê lê hînbûnek nivco. Xweda, biçûk bi destê xwo diyarî kiriye jinikê, çawa çêbûye ew xweda dan?!

    Hûn di havînê de jî ji dayîk bibin, di zivistanê de jî ji dayîk bibin heke nasek wek dayîka min we hebit çi caran hûn ji destê  pirozbayiyên rojbûna xilas nabin. Rojbûna min ya 9emînê de ez heta şevê mabûme li hêviya pîrozbahiyê lê heta derengî çi deng nehatibû. Ya rastî deng hebû him jî gellek lê nizanim ji bo çi dest pê nedikir ev pîrozbayî û ji bo çi xilas nedibû dest xwe de. Axirê sebir nemabû li min, min xwo dîsa kire niznizok û çûme nav ciyê xwo. Tête bîra min, min bi zorî ji nav cihê min derxistibûn.

     Bîstê cotmeha do hezar o hevdeyan, li nobeteke 16 saetan dîsa rojbûnek ji rojbûnêd min kêm bû. Haya hevalê min yê nobetê Apo ji rojbûna min nîn e. Hebît dizanim dê tiştên nebaş çêbît (bnr:hastanede doğum günü kutlamaları) Xwezî wek zaroktiyê naza min derbas biba min li şûna pîrozbayiyan tiştên qençtir xwestiba; wek patch adamsê li gel nexweşan leyîstin mesela! Paşê min gotiba: hayat eve dönmekten ibarettir û min lê xistiba ez çûbame mala xwo.

      Belê, emrê mirov bi awayekî derbas dibit. Emreke dirêj di ser de jî têrî û tijeyî ma kê/î naxwazît ? Lê berevajiya wê jî mimkun e, emreke kurt û xalî. (bnr:Harold and Maude) Nihe divêt bi nezanî û nediyariya emrê xwo li nexweşêd xwo binêrim. Li hin nexweşan, nexweşiya MSê nû peyda bûye. Ji wê nexweşiyê bêxeber in, ji nişêtên wê jî... Nehe ji destê min tenê ev tişte têt: nobetêd wan asteng kirin. Axx emro! 

Hiç yorum yok:

Blogger tarafından desteklenmektedir.