*Anatomiya Lawjeyêd Nezanîn


Serê sala do hezaran... Ez hê ji muzîkê fam nakem, hema dişêm bêjim; ji çi tiştê fam nakem. Vêca sankî nehe gelek jê fam dikem ! Li geverê "Doğu Radyo" heye. Hefteyê carekê em wek muşteriyêd marketekê, li radyoyê digerin lawjeyan dixwazin. Hin caran bi bejna xwo ya hingî ya hindê bihostekê ez diaxivim digel spikerê. Lê ji kelecanê daxwaza dayîka ji min xwestî ji bîr dikem, nabêjim. Wek kulekê dimînit çend rojan di nav dilê min yê piçûcik de. 

 
    Carcaran ji radyoyê aciz dibin miletê malê, ji min lawjeyan dixwazin. Di nav wan lawjeyan de ma kîşk nîne kî: Hûr Genimo, De Bila Bêto, Kanî Kanî... Xalê min yê piştî emreke baş kirî kurdî hîn bûyî; strana Koma Amed/Baran Barana yê bi min didet guhdarkirin û paşî dibêjît ez heta careke dî têm tu vê stranê baş ezber bike, bo min bêje. Min gelek jê hezkiribû hem navê ji aliyê dayîkê ve li min dabûn dayîn, navê "Baranê" di nav da derbas dibû-nehe jî navbera aliyê dayîk û bavê ji ber vê nav danandinê ne baş e- hem jî soranî diçû xwoşiya min. Ema cihê herî xwoş, nakarat bû:
"Erê o Leyla Leyla bawana
 Wexte le dûrî gul we çawana"

   Di refê de qasetêd ser êk: Koma Dengê Azadî, Şivan Perwer, Ciwan Haco, Xero Ebbas û hwd. Di nav her qasetê de kaxezek ku li ser gotinêd stranan hatî nivîsîn û li ser piraniya wan fotrafêd xwediyê wan gotinan. Bi giştî "li serê jinikêd stranbêjan desmal, kofî; li serê mêrikêd stranbêj cemedanî" bi awireke bicid yan jî keniyeke çend saniye kişiyaye ku tenê têra wê fotrafê biket. Wextê, çaxê paqijiyê têt dayîka min wan rêz dikete ber min ku ez paqij bikem. Ez yekoyek vedikem bê rawestin dest bi ezberkirina wan dikem, bi xwendina xwo ya hingî *person person yevaş yevaş. Nizanim ezbera min ya hingî çawa bûye lê nehe gelek xirab e, wextê stranekê dibêjim gotinêd wê zêdetir diavêjim.

   Dîsa ez bi avêtina gotinêd lawjeyekê mijul im; hevalê min yê bi zorî min rêkirî perwerdeya şanê, nehe min bo konservatuvarê îkna diket. Ber bi îknabûnê me. Hêj "dengê te soprano ye, guhêd muzîkê li te heye" bo îknabûnê têr nekiriye. Bavê min, yê piştî dayîka min saza wî firotî ji muzîkê xeyidî, çi tiştan nabêjît, dayîka min jî bi qonserêd me yên li malê memnûn e. Ez dibêjim; ez jî hêj wek bavê xwo ji muzîkê sil nebûme dewam bikeme avêtina gotinên lawjeyêd xwo. 

   Herkesekê tiştek got, hûn çi dibêjin ?

6 yorum:

  1. Yanıtlar
    1. :) Ez hatime rêza: "E tirsim bimrim lem dûr welata,
      dil pir le keyd û xof û awate."

      Sil
  2. Bu yorum yazar tarafından silindi.

    YanıtlaSil
  3. Berdewamî be goranîwitineket bidewe gule û tikaye goranî "Dayê Rojek Tê" bom bîke diyarî. Bo ewey le xutbet da, bibête goraniyekem.:)

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Diyar e ku te li "dayê rojek tê" ya min ya bi gîtar guhdarî kiriye, ez ê careke dî bo te diyarî bikem. Spasî :))

      Sil
  4. Gelek gelek xôşbu gotinete saat xoş🎈🤗

    YanıtlaSil

Blogger tarafından desteklenmektedir.