Ez kî/ê me, kîşk im ?


Alfred Hitchcock // Psycho


       Wê şeva yekşemê ew şeva ku roj ve nimareya xwo guhertî xewek xwoş kişand. Roja şeveqê bi dengê zenga nimreya ku nasnedikir hişyar . Bi destên ji xewê tewizî xwo dirêjî telefonê kir û li "gerînê red bike" kir. Ew çi şans wesa hêj rojek bi nimreya xwo ya derbas nekiribû vêca ne nasek, kesekê sed baba ji dûr geriyabû. Bi xewa ku nîviya wê ji aliyê kesekî nenas ve ji hatiyê vegirtin, rabû ser xwo û cigareyek pêxist. Li gel cigareyê dest bi fikirina navnivîska xwo ya nû kir. Navnivîskek têr temîz. Pêşiya guherîna nimreyê navnivîsk hemû reşkiribû. Ne ku yekoyek li nêrîbe; pê li bişkovka "hemûyan jêbibe" kiribû. Yek kes nemabû, tenê yek jî.

    Di otobêsa ku her ro li gel wê diçû kar de peyamek hat: "Sn. Engin Yılan; Muhammed Can Yılan'ın ders notları, devamsızlık bilgisi ve genel durumuyla ilgili bilgi almak istiyorsanız ****** şifresiyle okul sistemimize giriş yapıp, öğrencinizin bilgilerine ulaşabilirsiniz." Engin ji kî derê derketibû, vêca kurê wî nizam çiyê wî !

    Wextê navber da kar li telefonê nêrî sê mesaj dît: yek ji Esenyurt Belediyesi, yek ji nexweşxaneyek taybet, yek jî ji banqekê( li goreyê peyama wê banqê bo senca wî îro roja dawî bû.)

   Çaxê ber bi rêya mala xwo diçû bi dengê telefonê ji nav xeyalêd xwo yên nexeyal derket. Dîsa nimreyek nenas. Hem mimkun nebû yekî nas lê bigerît. Bi acizbûnê hêj ji pêlekanêd malê derneketî zivirî, ji kuçeya tarî derbas bû, dîsa derkete caddeya taxa li rûdinişt. Çavêd wî li cepshopê geriya. Çirayêd dukanê hêj vekirîbû. Deriyê dukanê vekir, silavek bi serê xwo û bi kenî li karkerêd wî derê kir. Nêzî mêrikê ku nimreya wî guherti bû, bi hêviya ku mêrik wî nas biket rawesta, keniyek kir lê mêrikê çi reaksiyon neda. Mecbûr ma ku xwo bidet naskirin: dün numara değişikliği için yardımcı olmuştunuz... Nasıl olur bilmiyorum fakat değiştirdiğim gibi farklı numaralardan aramalar ve mesajlar geldi. 
   Mêrikê, wek ku kaxezek li hemberê wî bît û wê kaxezê bixwînît, got: "Şöyle ki; bazı numaralar kullanılmadığı zaman havuz dediğimiz sistemde bir daha kullanılmak üzere bekletiliyor. Yeni numara almak isteyen müşterilerimize bu numaralardan verebiliyoruz. Fakat biz numaraların daha önce kullanılıp kullanılmadığı konusunda fikir sahibi olmadığımız için size öncesinde bilgi veremiyoruz." Ji dilnizm xwo spasî mêrikê kir, xatir xwest û derket. 

   Rojêd bêyî insan ne bêyî insan; bêyî insanên li gel wî hevaltiyê biken, bi navnivîska vala û lêgerînên her ro derbas dibûn. Piştî wan rojan, rojekê nimreyeke biyanî zeng lê da. Jinikekê digot: "değerli müşterimiz kombinizin bakım zamanı geldi..."

   Navnivîskek nû çêkir bo xwe:

-Mamosteyê kurê min

-AVA înşaat

- Banka 1

-Banka 2

-Banka 3

-Nexweşxaneya Florance Nightingale

-Diransaz Elî

-Hevalê peyamên roja îniyê rêdiket

-Jinika kenîxwoş
      

1 yorum:

  1. gelek xweş hatîye nivîsandin
    yeka dirêjtir ji vê binvîse
    bê kêmasî ye 😍

    YanıtlaSil

Blogger tarafından desteklenmektedir.