"Ê baş e destê te yê çepê bûye"

 

 "Mirovên bi destê çepê dinivîsin gelek zîrek in."
  Nizanim kê/î gotibû ev tişte ji min re, hêj wextê ez gelek zarok. Wextê ku min hejj "dozerên zer" dikir, min baweriya  xwo bi tiştê anîbû. Min wesa bi vê bawerkiribû, min hewl dida vêca bi destê çepê binivîsim lê hewla min bêçine bû min çi kir nivîsên bi destê çepê hatî nivîsîn nedihate xwendin.  Hatim lîsê, li pîknîkekê destê min yê çepê ji zenda min ve şikest. Çend hefteyan di nav alçî de ma. Kî/ê dihat digot: baş e destê te yê çepê ye ji xwe tu bi kar naînî wê destê. Belê belê, ji xwe ez her tiştê bi destekê dikem: ser şûştin, xwarin, li xwe kirin... 

  Hatim zanîngehê wek herkesê min got:  divêt ez jî li ensturmanekê lêdim. Gîtar bû para min. Min hilgirte ser lingên xwo da ku pêşiyê girtina wê hîre bibim. Bes şaşiyek hebû; serê gîtarê, li aliyê min yê çepê bû. Mamoste ji min re got: "tu her tiştê bi destê çepê dikey herhal ? Heger wesa bît îşê te hinekî zor e." Min got: Nexêr, ez destê xwo yê çepê bi kar naînim, nizanim tiştek çawa ye. Hem dibêjin "destê çepê ne girîng e (!)" Min çi kir çi nekir gîtar ji destê min yê çepê, nehate destê min yê rastê.
    Roja 6ê çileyê min bi destê xwo yê çepê rûyê xwo boyax dikir da ku biçime "bocuk bayramı" yê. Roja 7ê çileyê, destê çepê nebiba dibû heger hebe divêt qeza hatiba serê wê, ji ber ew destê çepê ye. Şûşeyeke huphupe di destê min yê çepê de bû parçe-parçe, bi wê cûsseya xwo şikest we zanî !  Bêyî êş, xwîneke ku bixwazit zûzûka ji laşê min bifilît, ji destê min yê bê fêyde rijiya. Tampon bes bû bo wê destê bê fêde. Lê xwîn her dixwest bêt. Bi rakirina peçeteyê min dît ku tilî ber bi jê bûnê ye. Wek hemi caran: *persoon persoon yewaş yewaş çûme servîsa emergency. Hevalê doxtor dest bi avêtina dîkîşê kir. Min gotê "Pirsgirêkek nebît yanê heger ez dîqqata te xirab nekem ez jî lê seyr bikem, destê xwo yê pûç bûyî" 

  Dizanim ku ez xemgîn bibam kesên ku ji milên min bihilgirin gelek bûn bes min vê carê jî xemginiya xwo avêt nav dilê xwo. Min li tiliya xwo ya wek miriyekê, ya ku li ser maseyê seyr kir, bêhneke xwoşBelê, dê bi 4 dîkîşan tiliya min bibe tiliyeke bi kêm-fêde. Ne wek berê, ne jî baştir.



  *Heştê çileyê dohezarohijdeh

Hiç yorum yok:

Blogger tarafından desteklenmektedir.