Name/ha




     Nifûsa pola me bîst-bîst û pênc kes hebûn. Heta lîseyê min di wê polê de xwend . Xwendekarek popûler bûm. Heta dibistan xilas kir jî cihê yekemînê min neda çi kesê. Ji bo merasîmên Tirkan yên wek 29 ekîm fîlan, îlla kî yan helbest bi min didan xwendin, yan min moderatoriya wan rojan dikir. Herkesê min baş nas dikir. 

   Em di pola duyemîn de nin. Welatê kurmetê min yê wextekê ez gelekî ji wî dirêjtir, nehe ew bûye yek û nizam heştê çend cm ez jî bi yek û şêstûçar cm ve mame li ciyê xwo, her dem li ber tenişta min e. Em li gel yêk dixwin divexwin û li eynî ciyê rûdinin. Rojekê, kûrikeke bi navê Oxir; kaxezek da min, wextê ku zenga axerîn ya xilasbûna dersên wê rojê nîşan dida lê dida. Çavên Oxir, li nav çavên min de, heçku bibêjît: bila pismamê te nebînît vê tiştê.

    Ez ber bi malê we hatim, ji rêya nizanim çend deqiqeyan. Min piştî xwo gihande malê, heçku ji bilî Welat ez kaxezê divêt ji gelek kesan veşirînim, çûm WC û min bi heyecan ew kaxez vekir dest bi xwendinê kir. Li goreyê çavnêriya min ya hingî; kifş bû ku ew nivîs Oxirê feqîrok, yê deng jê dernakevît nenivîsandiye. Ji hûrgiliyên ji wê derê-ji vê derê min qritîkek wehe kiribû.

    Ew nameya di jiyana min de ya yekem bû. Sal bi sal ez mezintir dibûm û ez hînî cureyên nameyan dibûm. Nameyên bavê min yên kom kirî; yên pîrozbahiyan bûn. Ji Tansu Çiller heta Erdogan(nizanim hê jî ew name wek komkirî di nav nameyên bavê min de mane?!) rojên bavê min yê taybet pîroz kiribûn. Yên dayîka min; wextê bavê min leşkerî kirî ji wê re şandî(li cem bavê min bersivên van nameyan çi nîne.) Birayê min;  heta nehe çi name lalê wî min neditiye, xweda zanît! Û xwîşka min ya ku biçûkatiyê tiştên ecêb jê hîn bûme. Wek; di roja 14ê sibatê de û di sersalê de bo hevalên keçik name û diyarî stendin. Di nav koma nameyên wê de jî ev tiştok-miştokene hebûn.

   Rojekê, di roja 8ê adarê de bo min nameyek hat ji aliyê kesekê ve ku ez nas nakem. Ew name ji girtîgehê hatibû. Ji ber hin tiştan nivîsî bû û lê zêde jî kiribû "roja te ya jinan pîroz dikem" Bi hevokên ji dil hatibû nivîsîn lewma min got ez ê bersîvê bidem çibe, hind nivîsandiye hem name qet bê  bersîv dibe! Min bersîvek nivisî bes bersîvek wesa bû ku êdî îhtîmala nivîsîna bersîva wî çinebe. Ji xwe ev sê sal bû hevaleke min ê nameyan hebû ku me hema firsend çêbiba bo yêkudû dinivîsî. Min bi xwe ra nedidît ku ez hevaleke dî yê nameyê çêbikem.  

   Rojeke dî dewama  wê nameyê hat, paşî bi navnîşaneke dî nameyek dî. Nameyên bê bersîv zêde dibûn, ez bi poşmaniya nivîsîna nameya yekem xemgîntir dibûm. 


1 yorum:

  1. ne name ji min re hatine, ne jî ji min re çûne ji bo kesê 😔
    yanê name bi wateya nameyên ne digital
    ew derfet nebûye nisîbê min
    xweş bi halê te

    YanıtlaSil

Blogger tarafından desteklenmektedir.