Snopên* Kurd


   Bi kurdî hesabeke Instagramê. Bibexşînin ne bi tevahî kurdî, tenê navê bikarhêner kurdî ye. Geh li gel çîçek mîçekan -hin caran yên zuha hin caran yên jîndar-  geh li gel fîncana çayê yan jî li gel qehwe pirtûkan parwe dike. Ne ji wan pirtûkan beytekê/rêzekê, bergên pirtûkan parwe dike îleh. Hin caran jî bi hevokekê, wêneyeke zor jwan parwe dike. Tu li binî van wêneyan herî kêm sê sed ecibîna dibînî. Bifikire bi halê fotrafeke xwo tu derkevî derve sê sed kes ji te re dibêjît: min te begem kir.Xûda kiriye İnstagramê de tenê ecibîn heye neecibîn jî heba dê hewayek çawa heba ez gelek meraq dikem bi rastî.
    Neyse em zivirine ser "vaka"ya xwe. Ev kes, kesekî nas diyar diket. Ji ber hevalên te yên hevpar hene û ser de jî te şopandiye ! Tu difikirî paşî bi mecburiyetekê ya ku tu ji şopînerîtiyê hîn bûyî tu qebûl dikey. Çend roj, meh, derbas dibin tu wê hevalê xwo yê instagramê ji gelek hevalên xwo yên nêz baştir nas dikey: xoşewîstê wê, malbaba wê, karê wê, hema bi çi tiştê re mijûl bibe tu dizanî. Çi xwendiye, li çi seyr kiriye, çi xwariye... Yanî di jiyana rast de kesek bê, we rû bi rû bidet naskirin tu yê tenê ew xusûsiyeta bêçine: "dest lê danê" pêk bînî û tu yê destê wê bigirî.

    Rojekê instagram nîşan didet ku ew kes te naşopînît. Tu bi hela helayekê dikevî profîla wê kesê û nivîsa: "du hezar şopîner / sed kes kesên tê şopandin" tu dibînî. Tu fam dikey ku tu jî ji wan du hezar şopîneranî. û tu peyamekê dinivîsî: "kera ker" bersîvek têt: "amacınız neyse, ulaşamadınız."

    Armanc çiye û ker kê ye... 

*SNOP: Kesa/ê bo wek kesekî/ê bijarte bê xwûyabûn; girtina nêrînên devûdorên bijarte, hebandina şiklê jiyana wan, heyraniya li hember wan, û xwasteka bûyîna wek wan. Bi derewan be jî kesek wek entelektuel û rewşenbîr xwûyabûn.

1 yorum:

Blogger tarafından desteklenmektedir.