Gundê Muzîkê-2018



    Mirov li ciyên fermî ji ber xwe ve fermî dibît. Mirov di tiştekê de şareza be jî heger kirina wê tiştê li ciyeke fermî pêk bêt, mirov xwe rehet hîs naket. Îlleh heta nehe ger û geştên hûn tev li bûne çêbûne. Wek têt zanîn li ciyên wesa jî îlleh lawje tê gotin. Ew kesên lawjeyan dibêjin jî ne ku şareza yan jî deng xwoş in; ew wargehê ku ji fermîtiyê dûr, aramiyekê didet mirov bi vê tesîrê, kesên deng nexweş jî lawjeyan dibêjin û tiştên natûrel derdikevît holê.
Gûndê muzîkê jî firsendeke wehe didet me. Di nav xwezaya Muğla/Fethiye de li gundê Kayaköyê, ji 2015'an bi vir de her havîn çalakiya "Müzik Köyü" têt pêkanîn. Ji aliyê AKAD(Anadolu Kültür Araştırmaları Derneği)ê hatiye sazkirin. Bi armanca lawje û enstrûmanên tradîsyonel ku ber bi windabûnê ve diçin yan jî heta nehe qet derneketibine holê; van bi bîr bixin yan jî bidin nasîn, hatiye sazkirin.
Gelek hûnermend tecribeyêd xwo ji bo ku li gel insanan parve bikin tev li vê çalakiyê dibin. Hin hunermendên ku beşdar dibin programa vê salê:
Kemal Dinç-Bexlama
Efren Lopez-Rebeba Efganan
Alî Tekbaş-Muzîkên Kevneşopî yên Herema Hekarî
Samî Hosseini-Çêkirina Def-Cajon
Ahmet Aslan- enstrûmana  ku xwe bi xwe çêkirî "ditar"
Eleonore Fourniau- Hurdy Gurdy
  Çalakiya gundê muzîkê bi du periyodan pêk têt. Ya yekem: 30 Tîrmeh-4 Gelawêj, ya duyem: 7 Gelawêj-12 Gelawêjê ye. Di çalakiyê de atolye, semîner û konsert çêdibin. Ji bo beşdarbûna vê çalakiyê çi şert û merc çinînin ji bilî hûn hejj muzîkê bikin :)
  Ji bo agahiyên hûrgilî: www.muzikkoyu.net

Hiç yorum yok:

Blogger tarafından desteklenmektedir.